15:08 12 Kanûn 2017
Zindî
    Fermandarê berê yên Hêzên Bejahî yê Amerîkayê Raymond T. Odierno

    Fermandarê Amerîkî: Amerîkayê rêbertiya Rojhilata Navîn ji Rûsyayê re berda

    © Flickr/ The U.S. Army
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Hêzên Bejahî yê bêrê yê Artêşa Amerîkayê Raymond Odierno got, Amerîkayê lîdertiya Rojhilata Navîn ji Rûsyayê re berda.

    Fermandarê berê yê Amerîkî Odierno di bernameya televizyona Fox'ê de, sîyaseta Serokê Amerîkayê Barack Obama ya li ser têkoşîna dijî terorê û stratejiya Rojhilata Navîn rexne kir û got, ‘Heger em bi dirûstî bibêjin, me rêbertiya herêmê ji Rûsyayê re berda.'

    'DIVÊ PÊWENDIYÊN AMERÎKAYÊ BI HEVALBEND RE BAŞ BIN'

    Fermandarê Amerîkî li ser terorkirina Balyozê Rûsî Andrey Karlov jî bal kişand ser berdewama lêpîrsînê û li ser girêkbûna êrîşê wiha axivî: "Tam jî di demeke wiha de divê Amerîka bi hevalbendên xwe re di nav pêwendiyên baş de be."

    Hêjayî bibîrxistinê ye Odierno yek ji wan fermandaran e ku di sala 2003yan fermana tûrik kişandina serê leşkerên Tirkiyê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Kosaçev: Dê parlamentarên Rûsyayê bi yên Tirkiyê re werin ba hev
    ‘Erebistana Siûdî di mijara Sûriyeyê de divê bibe hevkarê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê'
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: Divê kirdarên teqînên Koye derxin holê
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya, Fermandarê Amerîkî Raymond Odierno, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de