08:28 13 Kanûn 2017
Zindî
    Suriye ordusuna ait tanklar El Bab'a iyice yaklaştı

    TSK: Bi teqandina 3 wesayîtan 10 leşkeran can da, 18 birîndar bûn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama teqandina 3 wesayîtên bombebarkirî de li El Babê 10 leşkerên wan can dane, 6 jê bi giranî 18 leşker jî birîndar bûne.

    Hat ragihandin ku di encama êrîşên DAIŞê yên li ser leşkerên Tirkiyê de ku 20ê Berfanbarê pêk hatine, hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane bûye 14 û ji destpêka operasyona Mertala Firatê heta niha jî 35 leşkerên Tirkiyê bi êrîşên DAIŞê can dane.

    Di daxuyaniya TSKê de hat gotin, rêya Bab û Helebê hatiye kontrol kirin û li herêma Babê 3 pîkabên ZSU-23, 2 pîkabên Doçka bi wan ve û 3 pîkabên bi çekên giran ên DAIŞê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine rûxandin.

    Herwiha TSKê daxuyakirin ku di encama rûxandina 67 armancên DAIŞê de jî 138 terorîst hatine bêbandorkirin.

    TSKê li ser windayîyên xwe jî ragihand ku li 3 herêmên cuda bi wesayîtên bombebarkirî êrîş hatine kirin û di encama êrîşan de 10 leşkeran can daye, 6 ji wan bi giranî 18 leşker jî birîndar bûne.

    TSKê diyar kir ku operasyona ji bo kontrolkirina El Babê berdewam dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Kosaçev: Dê parlamentarên Rûsyayê bi yên Tirkiyê re werin ba hev
    ‘Erebistana Siûdî di mijara Sûriyeyê de divê bibe hevkarê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê'
    Cenazeyê Kaptanê Amedsporê hat definkirin
    Etîketan:
    Mertala Firatê, el bab, daxuyanî, TSK, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de