18:01 13 Kanûn 2017
Zindî
    Cenazeyê Karlov li Moskowê hat pêşwazîkirin

    Pisporê Rûsî: Armanc Erdogan bû

    © Sputnik/ Valery Sharifulin/Pool/Tassphoto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Doç. Dr. Gevork Mirzoyan ku mamosteyê Beşa Siyasetê yê Zanîngeha Fînansê ya girêdayî Serokwezîrtiya Rûsyayê ye li ser kuştina Balyozê Rûsî Andrey Karlov îdia kir ku armanca eslî Serokomarê Tirkiyê Erdogan e.

    Pisporê Rûsî Gevork Mirzoyan di bernameya televizyona TV Çenter a ‘Mafê derbirinê' de wek armanca êrîşê Erdogan nîşan da.

    'SAZKARÊN ÊRÎŞÊ NE EHMEQ IN'

    "Divê em lêkolîn bikin bê êrîşkaran ji bo çi ev êrîş saz kirine. Çima? Yên ev êrîş saz kirine ne ehmeq in. Lewra ew jî baş dizanin ku bi vê êrîşê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê xerab nabin. Hedefa eslî ya vê êrîşê Erdogan bû. Armanca vê êrîşê pozîsyona Erdogan bû."

    Mirzoyan daxuyakirin ku bi êrîşê xwestin îmaja Erdogan xera bikin, hem Erdogan ji çav bê derxistin hem jî bi welatên ku nûnertiyên wan li Tirkiyê hene re pêwendiyên Tirkiyê xera bikin.

    'ÊRÎŞ TENÊ DIJMINÊN ERDOGAN TÎNE BÎRA ME'

    Pisporê Rûsî got, "Ev êrîş tenê dijminên Erdogan tîne bîra mE. Yan Fethullah Gulen yan dijminên navxweyî yên Erdogan yan jî îslamîstên Sûriyê. Erê çima ne balyozê welatekî din, lê yê Rûsî kirin armanc? Ji ber ku tekane dewleta mezin a ku bi Erdogan re têkiliyên wê baş in Rûsya ye."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn bersiva rexneyên çima parêzvanê balyoz tinebû da
    Ji Rûsyayê berteka Amerîkayê bo Holandayê
    Etîketan:
    Pisporê Rûsî, Gevork Mirzoyan, Andrey Karlov, êrîş, Erdogan, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de