11:21 21 Mijdar 2017
Zindî
    Penaber

    Rûsya: Ewropayê hêviyên Tirkiyê vala derxistin

    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê (YE) hêviyên Tirkiyê yên derbarê penaberan de vala derxistine.

    Peskov di hevpeyvîna bi televizyona Mîr 24ê de bal kişand ser ku barekî mezin ê penaberên Sûriyê dane pişta Tirkiyê û got, Bruksel jî ‘gelekî bêdil' alîkariyan dike.

    'TIRKIYÊ JI 2 MILYON PENABERAN RE DERIYÊN XWE VEKIRINE'

    Peskov di berdewamê di xeteriyên li ber Tirkiyê bibîr xistin û wiha peyivî: "Tirkiye êdî têra xwe bûye cihekî bi xeter. Lê belê Tirkiye li xeta cepheyê cî digire. Divê em ji bîr nekin ku di salên dawiyê de Tirkiyê ji Sûriyê û welatên din ji bêhtirî 2 milyon penaberan re deriyê xwe vekirine."

    Peskov sedema vî barê ku ketiye ser milê Tirkiyê jî wek Yekîtiya Ewropayê nîşan da.

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya ‘Şûjin'ê bi 4 çar zimanan dest bi weşanê kir
    Têkoşîna dijî terorîzmê yê li Sûriyeyê ya Rûsya Tirkiyeyê û Îranê dewam dike
    Demirtaş sersaxî li malbata kaptanê Amedsporê kir
    Li Çînê qemyon kete nava bazarê: Herî kêm 4 kes mirin
    Etîketan:
    Sûriye, Penaber, Tirkiye, YE, Kremlîn, Peskov, Tirkiye, Rûsya, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de