19:58 11 Kanûn 2017
Zindî
    Bendava Farqînê

    Saeta ceyranê ya li Qamişlo û Hesekê zêde bû

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberiya Giştî ya Ceyranê ya Kantona Cizîrê diyar kir ku ji ber zêdebûna ava Bendava Rojava (Bendava Tişrîn) ceyrana bandavê jî zêdebûye û bi vê yekê saetên ceyranê li Hesekê, Qamişlo û bajarên din têne dayîn hatine zêdekirin. Li Hesekê û gundên wê 12-14 û li Qamişlo 8-10 saetên rojê ceyran tê belavkirin.

    Di demsala havînî û payîzî de ava Bendava Rojava kêm bû. Sedemek vê yekê jî wekî girtina çemê Firatê ya ji aliyê Tirkiyeyê tê îdakirin lê bi hatina zivistanî û barîna barînê ava bedavê dîsa zêde bû.

    Li ser mijarê Mudîrê Ceyranê yê Kantona Cizîrê Ekrem Silêman di axaftina xwe ya ANHAyê de destnîşan dike ku bi destpêka demsala zivistanê re ava Bendava Rojava zêde bûye û bi vê yekê piyên Bendavê yên ceyaranê baş dixebitin û wiha dom kir: ‘Ji ber baran zêde bûye dewleta tirk nema dikare avê qut bike. Asta avê gihiştiye ku 2 pî bixebitin û carna sê pî bi vê yekê jî ceyaran zêde dibe. Vê yekê bandor li ceyranê kir û 120 kîlo megawat di saetê de dighêjin Navenda Mebrûka ya Ceyranê.

    CEYRANA HESEKÊ Û QAMIŞLO HATE ZÊDEKIRIN

    Silêman li ser belavkirina ceyaranê li ser bajar û bajarokên kantona Cizîrê jî amaje kir ku ceyran wekî hev li hemû bajaran tê belavkirin. Hemû bajar Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Serêkaniyê, Şedadê û Holê hemû ceyaranê dibînin. Ji ber ku berê ceyrana Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê û Serêkaniyê baş bû, wan giranî daye ser Hesekê û Qamişlo ku mezintirîn bajarên kantonê ne. Heta av zêde bibe, dê ceyran baş bimîne. Herwiha hat diyarkrin ku heta niha Hesekê û gundên wê ji 12- 14 saetan rojê ceyran li wan tê belavkirin. Qamişlo jî rojane ji 8 heta 10 lê tê belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    UNICEFê 1539 sobe ji Beşê Perwerdehiyê yê Hesekê re şandin
    Bibîne bê jinên kurd li Hesekê çawa şerê DAIŞê dikin
    Amerîka: Li Hesekê ti leşkerekî me nemiriye
    Li Hesekê şerekî dijwar: 21 cenaze...
    Li navçeya Qamişlo û Hesekê du bombe teqiyan: 7 kuştî 3 birîndar
    Şêxo û Haco dê ji bo Qamişlo û Pêşmergeyan bistirên
    Etîketan:
    bendava tişrîn, belavkirin, çemê feratê, ceyran, rojava, ekrem silêman, cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de