06:34 13 Kanûn 2017
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş

    Demîrtaş: Bêpersiyariya yasaçêkirinê bêpersiyariyeke teqeziye

    © AFP 2017/ JOHN THYS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş ê ku bi hinceta ‘heqaret' li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kiribû tê darizandin got:‘Bêpersiyariya yasaçêkirinê bêpersiyariyeke teqeziye û ne gengaz e ku lêpirsîna wê bê kirin.'

    Demîrtaş ji ber axaftina xwe ya li Mêrsînê bi hinceta ku ‘heqaret' li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kiriye, tê darizandin û derbarê wî ji 2 salan heta 4 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Îro rûniştina pêşî ya dozê hate lidarxistin. Demîrtaşê ku bi hinceta ‘endamtiya rêxistina çekdar' û ‘sewqkirina eşkere ya bo sûcan' li Girtîgeha Edîrneyê girtiye bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan ya li Girtîgehan beşdarî rûniştina ku li Dadgeha Cezaya Esliye ya 14emîn ya Mêrsînê hate lidarxistin bû.

    Parêzerên Demîrtaş û parlementerê HDPê yê Semsûrê Behçet Yildirim û Endamê Konseya Birêvebirina Navendî Asiye Kolçak jî di rûniştinê de amade bûn.  

    ‘NE GENGAZ E KU TI LÊPIRSÎN BÊ KIRIN'

    Demîrtaş amaje kir ku wî di civînek partiya xwe de jî axaftinek wek ya li Mêrsînê kiriye û wiha pê de çû: ‘Bêpersiyariya yasaçêkirinê bêpersiyariyeke teqeziye û ne gengaz e ku lêpirsîna wê bê kirin. Lewma jî wê axaftina min ya di civîna koma partiyê û ya li Mêrsînê ku bûye sedema dozê, wê nikarin bidin ber hev û lêpirsîna wê bikin. Dema daxwaza me ya derbarê vê yekê ji aliyê hakim ve bê redkirin, wê mafê me yê bêpirsiyariya teqez bê binpêkirin.

    BI DAXWAZA JI 2 SALAN HETA 4 SALAN CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ DOZ HATIBÛ VEKIRIN

    Dadgeha Cezaya Esliye ya 14emîn ya Mêrsînê, derbarê Demîrtaş ji ber axaftina wî ya 27 Sibatê ya li Mîtînga Aştî û Demokrasiyê ya li Mêrsînê de, bi hinceta ku heqaret li Ahmet Davitoglu kiriye doz hatibû vekiribû. Di dozê de bo Demîrtaş ji 2 salan heta 4 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

    Bi heman mijarî:

    Parlementera HDPê Beştaş: Demîrtaş di binê tecrîdê de ye
    Sancar: AKP tola hilbijartina 7ê Hezîranê ji Demîrtaş hiltîne
    Şandeyek navneteweyî wê serdana Demîrtaş û Yuksekdag bike
    Demîrtaş: "Bila jiyan kêliyek be, lê bi rûmet be"
    Bo Demîrtaş 2 sal cezayê girtîgehê tê xwestin
    Etîketan:
    tawan, rûniştin, doz, axaftin, endam, girtîgeh, selahattîn demîrtaş, mêrsîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de