00:33 13 Kanûn 2017
Zindî
    Endamekî PKKê li bajarê Duhokê

    KCK: Pêwîstî bi yekîtiyê heye, daxuyaniyên Barzanî bêkêr in

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê derbarê axaftina Nêçîrvan Barzanî yên li ser Şengal û Rojava de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di pêvajoyek wiha de daxuyaniyên wiha bi kêrî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nayên.

    KCKê têkildarî axaftinên Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî yên li ser Şingal û Rojava de daxuyaniyek weşand. KCKê daxuyaniyên Barzanî wekî ‘dûrî rastiyê' nirxand û got: "Bi taybetî, daxuyaniyên wî yên li ser Şengal û Rojava ne yên qebûlkirinê ne. Li cihekî ku axaftvanên ji welatên cuda jî lê amade bûn, dayîna daxuyaniyeke bi vî rengî bêtalihî bû. Di vê pêvajoyê de, ku pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye, daxuyaniyên bi vî rengî bi ti awayî bi kêrî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nayên."

    ‘GERÎLA NEHIŞT KU ŞENGAL TÊKEVE DESTÊ DAIŞÊ'

    KCKê got ku gerîla li Şengalê li dijî DAIŞê li ber xwe da û civaka êzidî ji qirkirinê rizgar kir û daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Gerîla, Şengal ne ji pêşmerge ne jî ji PDKê standiye. Berevajî; nehişt ku bi temamî bikeve destê DAIŞê û rê li ber vekir ku pêşmerge bikevin nava Şengalê. Gerîla li Şengalê ji êzidiyan re bûye alîkar ku rêveberiyên xwe û saziyên xwe yên parastinê ava bikin. Ya ku niha Şengalê diparêze Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ye. Mîna ku li Şengalê rêveberî û hêzên parastinê yên êzidiyan nîne daxuyanî tê dayîn û qala PKKê tê kirin. Ev nêzîkatî berevajîkirina rastiyê ye."

    ‘PDKê DOR LI ŞENGALÊ GIRTIYE‘

    Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê da xuyakirin ku PDKê dor li Şengalê girtiye, ambargo daniye ser Şengalê û wiha dewam kir: "Destûr nade ti alîkariyên ji Şengalê re diçin. Her wiha destûrê nade heyetên dixwazin biçin Şengalê. Ji ber ku Deriyê Sînor ê Sêmalka jî girtî ye, alîkariya ji Rojavayê Kurdistanê jî tê, tê astengkirin."

    ‘GOTINÊN BARZANÎ YÊN LI SER ROJAVA DÛRÎ RASTIYAN E‘

    "Gotinên Birêz Nêçirvan Barzanî yên li ser Rojava jî dûrî rastiyan e. Şoreşa Rojava ji aliyê gelê Rojavayê Kurdistanê ve hatiye kirin. Eger Şoreşa Rojava weke şoreşeke ku yekser ji aliyê PKKê ve tê birêvebirin bê dîtin, ev yek wê bibe neheqî li gelê Rojava. Tiştên ku Birêz Nêçirvan Barzanî têkildarî Şoreşa Rojava got, em her roj ji rêveber û qelemşorên desthilatdariya AKPê dibihîzin. Şoreşa Rojava ji bo azadî û demokrasiya gelên cîhanê weke şoreşeke mînak tê dîtin. Lewma ne rast e ku Birêz Nêçirvan Barzanî mîna rayedarên dewleta tirk binirxîne. Birêz Nêçirvan Barzanî jî, şexsiyet an jî hêzeke din a siyasî jî dikarin rexneyê li Şoreşa Rojava bikin. Lê belê gotina ‘PKK dixwaze di ser Rojava re xwe rewa bike, Şoreşa Rojava wê rewa nebe, wê winda bike' nirxandineke neyînî ye û li kesayetiya Birêz Barzanî nehatiye."

    Bi heman mijarî:

    KCK: ji bo ‘Kongreya Neteweyî' gavê bavêjin
    KCK: Em ê rê nedin birakujiyeke nû
    KCK: Em serkeftina Trump pîroz dikin
    KCK: Bila werin, wê têkçûneke dîrokî bijîn
    KCK: Dewleta tirk dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike
    KCK: ‘AKP li paytexta Kurdistanê êrîşî vîna kurd dike'
    Etîketan:
    êzidî, Daiş, YBŞ, PKK, KCK, DAIŞ, PDK, Nêçirvan Barzanî, Deriyê Sêmalka, Herêma Kurdistanê, Şengal, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de