02:44 24 Hezîran 2018
Heleb

‘Veguhestinên ji rojhilatê Helebê careke din rawestiya'

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat diyarkirin ku ji ber astengkirina milîtanan ya veguhestina milîtanên li bajarokên Fua û Kefrayayê yên bi ser Idlîbê, veguhestinên ji rojhilatê Helebê hatin rawestandin.

Çavkaniyek ji herêmê di axaftina xwe de Spûtnîkê de diyar kir ku, duh dihate payîn milîtanên li bajarokên Fua û Kefrayê li gel malbatên wan bi 8 otobusan bên tehliyekirin. Lê milîtanan rê dan derketina otobusekê tenê. Li gorî agahiyên çavkaniyên ku navê xwe diyar nekir, sedem vê yekê veguhestina  milîtanênên li rojhilatê Helebê û malbatên wan jî hate rawestandin.

Tê gotin ku ji bo jinûve destpêkirina veguhestina milîtanan, gelek hevdîtin tên kirin.

Hêjayî gotinêye ku beramberî veguhestina milîtên li bajarokên Fua û Kefraya yên hejmara wan 1.200 e, wê destura veguhestina milîtan û malbatên wan yên li Helebê bihata dayîn.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh daxuyaniyek da û tê de got wê operasyona veguhestina milîtanan ya ji rojhilatê Helebê di nava 2-3 rojan de bidawî bibe.

Bi heman mijarî:

‘Bi saya hewldanên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê sivîl hatin veguhestin'
Heta niha 2 hezar milîtan li gel malbatên xwe hatin veguhestin
Rûsya: Artêşa Sûriyeyê sivîlan tehliye kir û li derveyî Palmîrayê bicih bû
Leşkerên rûs amadekariya derketina milîtanên dawî yên li Helebê dikin
Konaşenkov: Milîtanên DAIŞê bi alîkariya xwekujan, xeta berevaniya Palmirayê şikandin
Kremlîn: Milîtanên li Helebê bi zanebûn êrîşê nexweşxaneya Rûsî kir
Etîketan:
şênî, çavkanî, agahî, veguhestin, heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de