02:09 21 Hezîran 2018
Polîsan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kirin

Lewheya Şaredariya Amedê hate guhertin

© Sputnik / O. Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 13

Lewheya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê hate nûkirin û siluetê Pira Dehderî, Mizgefta Mezin û Minareya Çarling hate bicihkirin. Herwiha ala tirkan û nivîsa T.C.yê jî lê hate zêdekirin.

Lehwheya şaredariyê ya bi kurdî û tirkî ya di 3 Berfanbarê de hatibû rakirin, hate guhertin. Di lewheya nû de sîluetê berhemên dîrokî yên Amedê hate bicihkirin û herwiha alaya tirk jî hate pêxistin.  Hat gotin ku nivîsa ‘Amedê' jî jê hate rakirin.

​Hêjayî gotinêye ku Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di 30 Cotmehê de hatibûn girtin û qeymeqamê Etîmesgut a navçeya Enqereyê Cumalî Atîlla wekî qeyûm hatibû şandin.

Bi heman mijarî:

HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin
‘Ji bo şaredariya Amedê wê qeyûm bê tayînkirin’
Ji bo Şaredariya Amedê qeyûm hate tayînkirin
Qeyûmê Şaredariya Amedê qeyrana dil derbas kir
Etîketan:
alaya tirkan, hevşaredarên kurd, şerê siyasî, bajarê kurdan, guherîn, amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de