01:27 14 Kanûn 2017
Zindî
    Heleb - Sûriye

    Yetkin: "Tirkiye, polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê duhî li Moskowê bi bêdengî terikand"

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Murat Yetkin di gotara xwe de ragihand ku Tirkiye, polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê duhî li Moskowê bi bêdengî terikand.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Murat Yetkin di gotara xwe de ji bo encamê zîrweya Wezîrên Derve yê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de got: "Tirkiye, mijara Sûriyeyê ku ji pirsgirêkan pê ve tu tişt çênedikir duhî bi bêdengî li bajarê Moskowê terikand."

    Murat Yetkin di gotara xwe ya îro de zîrweya sêalî ya navbera Rûsya, Îran û Tirkiye ku ji bo krîza çareseriya Sûriyeyê li Moskowê civiyabûn nirxand. Yetkin di gotara xwe de got: "Encama civînê ji bo tekoşîna hevpar a li dijî terorîzmê hatibû pêşbînikirin û guherîna rejimê ne di nav de bû. Yanî Tirkiyeya ku 5 sal berê digot ‘Esad di nava 6 mehan de wê here' li Moskowê bi bêdengî terikand."

    DEMA KU DÎPLOMATÊN AKPEYÎ JI BO DIBISTANÊN FETO SEFERBER BÛN, RÛSYA QEDEXE DIKIR

    Yetkin di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Rûsya tekoşîna xwe ya li dijî FETO/PDYê berî Tirkiyeyê destpê kir. Em bi bîranînekê bi dawî bikin. Dema ku dîplomatên qedirbilind ên Wezareta Derve yên hikûmeta AKPê ji bo dibistanên Fethullah Gulen seferber bûn, Rûsya ev dibistan bi sedema ku ji îstîxbarata Amerîkayê re dixebitin qedexe dikir."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Rûsya, Tirkiye û Îran amadene bibin garantora çareseriya Sûriyê
    Klintseviç: Divê Tirkiye û Rûsya lêpirsînê bi hev re bikin
    Pisporê Almanî: Dê Rûsya li hember toleyên Ewropayê bi Tirkiye û Îranê re li hev bike
    Çavuşoglu: 27ê Berfanbarê Tirkiye, Rûsya û Îran li ser Sûriyê dicivin
    Peskov: Nêrîna Rûsya û Tirkiye li ser Sûriyê yek e
    Etîketan:
    Tirkiye polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê guherand, Nivîskarê rojnameya Hurriyetê, Murat Yetkin, Rûsya, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de