08:33 22 Hezîran 2018
Îran

Îranê qedexe danî ser çûna werzîşvanên xwe ya ji bo Tirkiyeyê

© AP Photo / Ronald Zak
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Werzîşê ya Îranê çûna tîmên werzîşê yên welatê xwe ji bo Tirkiyeyê qedexe kir. Wezaretê ji hemû federasyonên werzîşê xwest ku heta daxuyaniyeke duyemîn ti tîmê werzîşê û werzîşvanan neşînin Tirkiyeyê.

Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê ji ajansa fermî ya Îranê, ÎRNAyê re daxuyand ku ev biryar ji ber ewlehî û rewşa heyî ya li Tirkiyeyê hat girtin.

NÛNERTIYÊN ÎRANÊ WÊ ÎRO JÎ GIRTÎBIN

Piştî kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov Wezareta Karên Derve ya Îranê duh ji bo welatiyên xwe xwestibû ku heta gelekî hewce neke, necin Tirkiyeyê.

Rêveberiya Tehranê her wiha konsulosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê roja sêşemê girtibû û daxuyand ku wê îro jî nûnertiyên xwe bigirin.

Bi heman mijarî:

‘De Mistura dixwaze ku ji înîsiyatîfa Sûriyê ya Rûsya-Tirkiye-Îranê agahdar be'
Ji Îranê hişyarî: Neçin Tirkiyeyê
Îranê bertek da çalakiyên li pêş nûnertiyên xwe yên li Tirkiyeyê
Rûsya, Îran û Tirkiyê di mijara Sûriyê de ji bo belavoka hevbeş lihev kirin
Etîketan:
çûn, qedexe, werzîşvanên Îranê, Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê, Wezareta Karên Derve ya Îranê, Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê, Andrey Karlov, Tirkiye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de