15:12 12 Kanûn 2017
Zindî
    Ilker Başbug

    Başbug: "Li gorî min suîqesta Karlov bûyereke plankirî ye"

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Sererkanê Giştî yê berê İlker Başbug ji bo kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov got: "Li gorî min ev ne bûyereke şexsî ye, ev suîqesta Andrey Karlov bûyereke plankirî ye."

    Sererkanê Giştî yê berê İlker Başbug ji bo kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov got: "Ev ne bûyereke şexsî ye. Ez vê ne wekî nêrîna xwe ya şexsî dibêjim. Li gorî baweriya min, ev ne bûyereke ku kesekî ji xwe re fikirîbe û paşî plan kiribe û êriş pêk anî be, organize xuya dike. Xuyaye ku ji terefê hinekan hatiye plankirin."

    İlker Başbug tevlî bernameya ‘Nebza Tirkiyeyê' ya Didem Arslan a Haberturkê bû û derheqê rojevê de nirxandinên girîng kirin.

    TIRKIYE DI PÊVAJOYEKE ZAHMET DE DERBAS DIBE

    Başbug di berdewamiya axaftina xwe de got. "Bi rastî jî Tirkiye di dîroka komarî de di pêvajoya herî zahmet de derbas dibe. Bi taybetî jî dema em li van bûyerên hefteya dawîn temaşe dikin, hersê bûyer jî êrişên terorî ne û ne tiştekî rasthatiye ku hersê bûyer ketin hefteyekê. Li gorî min hersê jî bi kordînelî hatine plankirin. Gengaze Tirkiye bi serkeftî ji vê pêvajoyê derkeve û ev hêza wê jî heye. Pêvajoyeke zahmet e. Yek ji pêvajoya komarî ya herî zahmet e."

    Bi heman mijarî:

    Başbug: Di mijara PYDê de ji me ev tişt daxwaz kirin
    Başbug: Ne ji Şêx Seîd bûya, Mûsil dê ya me bûya
    Ilker Başbug: Hêzên rê li ber serxwebûna dewleteke kurdî digirin Tirkiye û Îran in
    İlker Başbug ji bo Kurdistana serbixwe roj da
    Îlker Başbug: Tirkiye destûra PYDê nade
    Etîketan:
    Kuştina balyozê rûsî, Sererkanê Giştî yê berê, Didem Arslan, İlker Başbug, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de