18:03 13 Kanûn 2017
Zindî
    HSD

    Deh rojên dawî de Xezeba Firatê 97 gund rizgar kirine

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Fermandariya Odeya Çalakiyan ya Xezeba Firatê bîlançoya 10 rojên dawî yên operasyonên xwe ragihand.

    Di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Odeya Çalakiyan Cîhan Şêx Ehmed ve hat dayîn de hat gotin: 'Di deh rojên dawî de bi taybetî di operasyonên bo rizgarkirina rojavaya Reqayê de, li gundên Qediriyê û Kerdoşan de me 97 gund, gelek mezra û girên stratejik jî di nav de, qadek nêzî hezar û 300 km-çargoşe bidest xistiy e.'

    96 TERORÎSTÊN DAIŞÎ HATİNE KUŞTİN

    Di van operasyonan de 96 terorîstên DAIŞî kuştine 7 daîşî jî bi saxî desteser kirine. Li gorî agahiyên Cîhan Şêx Ehmed dane yek ji van terorîstan tevli malbata xwe teslîmî wan bûye.

    GELEK TEQEMENÎ BİDEST XİSTİN E

    Li gorî agahiyên Cîhan Şêx Ehmed dan e din ava deh rojan de 52 keleşkof û 87 jarjorên keleşkofan, çend doçka, Motorsikletek, picabek,dûrbîn,bêtêl, 38 bombeyên destan, 6 çekênroket, gelek fîşek û topên cida cida bidest xistin e.

    Berdevkê Xezeba Firatê da zanîn li derdorên ku ji deste DAIŞê rizgar kirine xebatên wan yên paqijkirina mayînan berdewam dikin wan heya niha 550 mayîn ji vê derdorê derxistin e.

    9 ŞERVANÊN XEZEBA FİRATÊ JİYANA XWE Jİ DEST DAN E

    Di nav van deh rojên dawî de 9 şervanên Xezeba Firatê jî jiyana xwe ji dest dan e. 12 şervan jî birîndar bûne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    REQA - 250 leşkerên Amerîkayê derbasî Sûriyeyê bûn
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    Etîketan:
    pevçûn, şer, şervan, terorîst, operasyon, Daiş, Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed, kerdoşan, Qediriye, reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de