00:35 13 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên tirk li ser rêya navbera Bab û Minbicê

    Artêşa Tirk: Riya El Bab û Helebê bi temamî hat kontrolkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di operasyona Mertalê Firatê ya li bakurê Sûriyeyê tê lidarxistin de riya di navbera El Bab û Helebê bi temamî hat kontrolkirin.

    Li gorî agahiyên Artêşa Tirkiyeyê hat ragihandin ku di roja 120emîn a operasyonê de riya di navbera El Bab û Helebê de ji aliyê komên mixalîfan ve bi temamî hat kontrol kirin.

    Ji aliyê din ve hat diyar kirin ku hedefên DAIŞê hatin topbaran kirin û li herêma El Babê 48 hedefên ayidê DAIŞê ji aliyê balafirên Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê ve hatin îmha kirin.

    Her wiha hat daxuyandin ku di dema derbasbûna wesayiteke Artêşa Tirk de teqemeniyek teqiya û di encamê de 4 leşker birîndar bûn û hat gotin ku 53 teqemniyên bi destan çêkirî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn bicihkirin, bêbandor hatin kirin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrişî leşkerên tirk kir: 4 kuştî û 15 birîndar
    5 leşkerên Tirk ên din birîndar bûn
    Di Operasyona Mertalê Firatê de leşkerek hat kuştin û 9 jî birîndar bûn
    Li El Babê 4 leşkerên tirk birîndar bûn
    Li El Babê 6 leşkerên Tirk birîndar bûn
    Etîketan:
    kontrolkirin, temamî, DAIŞ, Artêşa Tirkiyeyê, Tirkiye, Heleb, El Bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de