22:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    Êrişkarê blayozê rûsî

    ‘Altintaşê ku balyozê rûsî kuşt kurekî baş û bi kêf bû'

    © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mevlut Mert Altintaşê ku Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov kuşt cîranên wan ê li navçeya Soke ya Aydinê ragihandin ku malbateke girtî û zêde têkiliyên wan bi derve re tuneye.

    Mevlut Mert Altintaşê ku Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov kuşt cîranên wan ê li navçeya Soke ya Aydinê ragihandin ku malbateke girtî û zêde têkiliyên wan bi derve re tuneye, tenê tiştê em dizanin dê û bavekî teqawutbuyî ku kurekî wan ê polês heye.
    HEVALÊN WÎ YÊ DIBISTANÊ: ZIRARA WÎ NEDIGIHA TU KESÎ

    Hevalên Mevlut Mert Altintaş ê dibistana Şehit Emre Acar Cumhuriyet Anadolu Lisesi derheqê wî de gotin: "Hevalekî bi kêf û rûgeş bû. Pirsgirêka wî bi tu kesî re tunebû. Lê diçû Dersxaneya Korfezê."

    DIYA WÎ DU ZEWAC KIRIN

    Hevalên xwuşka qatil Seher ku li Sokeyê li AVMyekê bi hev re dixebitin gotin: "Xweşka wî pir zêde behsa birayê xwe yê polês nedikir. Seher hevaleke me ya baş e, niha ketiye şoke, em pir xemgînin. Tiştê ku em dizanin bavê Seher di qezayeke trênê de jiyana xwe ji dest daye û dema ku hê biçûk e diya wê li febrîqeyê bi mêrê xwe yê vêga re zewiciye û Mevlut çêbûye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Çavuşoglu bi hev re cenazeyê Karlov pêşwazî kirin
    Karlov wê îro bi rêûresma fermî ji Enqereyê bê oxirkirin
    Ji bo Karlov di înternetê de deftera sersaxiyê hat vekirin
    ‘Kuştina Karlov encama siyaseta nîjadperestî ya Tirkiyê ye'
    Karlov ji Enqereyê berbi Moskowayê ve tê şandin
    Etîketan:
    Malbata Altintaş a li navçeya Sokeya Aydinê, Qatilê balyozê rûsî, Mevlut Mert Altintaş, Andrey Karlov, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de