06:38 13 Kanûn 2017
Zindî
    Polêsê ku Andrey Karlov kuşt

    Qatilê Karlov piştî 15ê Tîrmehê di 8 bernameyên Erdogan de cih girt

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku qatilê balyozê rûsî Altintaş piştî 15ê Tîrmehê di 8 bernameyên Erdogan de wezîfe girt.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku qatilê Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov Mevlut Mert Altintaş piştî 15ê Tîrmehê li Enqereyê di 8 bernameyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan de wezîfe girt.

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya gotara xwe de got: "Girêdanên eceb û xerîb ê qatilê balyozê rûsî Altintaş derdikevin holê. Polêsê qatil piştî 15ê Tîrmehê li Enqereyê di 8 bernameyên Erdogan de wezîfe girt. Yanî di nava ekîba ku ewşehiya navxweyî digire ya piştî parêzvanên Erdogan de cih girtiye. Xweda bistîrîne dibû li wir jî tiştin bikira."

    Selvi di dirêjiya axaftina xwe de got: "Sibeha hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê seet li 07.45an raporeke tendirustî teslîmî Midûriyeta Hêza Çevîk a Enqereyê dike. Lê hê jî nayê zanîn polêsê endamê FETO şeva derbeyê li kur bû û çi kiriye. Lewra tiştê ku tê zanîn perwerdeya xwe li Dersxaneya Korfezê kiriye û mesrefên wî yê perwerdeyê jî ji terefê karsazê firarî yê Sokeyî Şahin ve hatiye dayîn. Helbet ev hemû suîqestbûna wî îzah nakin. Divê hemû girêdan û têkiliyên wî derkevin holê."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Çavuşoglu bi hev re cenazeyê Karlov pêşwazî kirin
    6 kesên din ên bi kujerê Karlov re têkildar hatin girtin
    Polêsê ku Karlov kuşt hefteya borî bo parastina Balyozxaneyê hatiye peywirdarkirin
    Pûtîn: Kuştina Karlov, ‘êşeke taybet’ bi Rûsyayê dide kişandin
    Karlov ji Enqereyê berbi Moskowayê ve tê şandin
    Etîketan:
    FETO/PDY, Kuştina balyozê rûsî, Nivîskarê rojnameya Hurriyetê, Mevlut Mert Altintaş, Andrey Karlov, Abdulkadir Selvi, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de