13:04 17 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Pêşniyarnameya CHP û HDPê ya Destûra Bingehîn nehat qebûlkirin

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pêşniyarnameya CHP û HDPê ya guherîna Destûra Bingehîn ku li Komîsyona Parlamentoyê kiribûn bi sedema ku li dijî Destûra Bingehîn e nehat qebûlkirin.

    Pêşniyarnameya CHP û HDPê ya guherîna Destûra Bingehîn ku li Komîsyona Parlamentoyê kiribûn bi sedema ku li dijî Destûra Bingehîn e nehat qebûlkirin.

    Li ser neqebûlkirina pêşniyarnameyê Parlamenterê CHPê yê Aydinê Bulent Tezcan ragihand ku heke hemû hêz di destekî de bicive mirov li wir nikare behsa hiqûqê bike. Li gorî vê qanûnê ku ez serokomar bûma ez jî dibûm dîktator. Bi pêşniyarê berpirsyariya serokwezîr û Lijneya Wezîran radikin wê erke didin seorkomariyê.

    NAHÊLIN EM SERDANA PARLAMENTERAN BIKIN

    Ji aliyê din ve Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî li ser guherîna Destûra Bingehîn got: "Pêşniyara guherîna destûrê tenê statû û erka şexsekî zêde dike. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî bo ku got ‘em nahêlin tu bibe serok' niha di girtîgehê de yê. Li hemberî Demirtaş û parlamentere me bi hesta tolhildanê tevdigerin. Di sala 1994an de jî hesta tolhildaneke wiha tunebû. Em wekî parlamenteran nikarin li girtîgehan serdana parlamenterên xwe bikin."

    Bi heman mijarî:

    Guherîna Destûra Bingehîn îro li parlamentoyê destpê dike
    Gotûbêjên pêşniyara guhertinên destûra Tirkiyê 20ê mehê dest pê dikin
    Li gorî Bahçeli êrişa Stenbolê bi lihevkirina Destûra Bingehîn ve girêdayî ye
    Pêşniyara destûra bingehîn a ji 21 xalan pêk tê li Parlamentoyê ye
    Yildirim û Bahçeli dê cara dawî ji bo Destûra Bingehîn bicivin
    Etîketan:
    Pêşniyarnameya CHP û HDPê, Guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Bulent Tezcan, Meral Daniş Beştaş, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de