15:01 12 Kanûn 2017
Zindî
    Êrîşa ser Andrey Karlov - sûîkast

    Sazkarê Pêşengeha Enqerê: Em ji vegerandina Balyoz Andrey bi darbestê gelekî xemgîn in

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sazkarê Pêşengeha Wêneyan a ku Balyozê Rûsyayê yê Enqerê Andrey Karlov di encama êrîşeke çekdarî de li wir can dabû, Tîmur Ozkan ji Spûtnîkê re axivî.

    Tîmur Ozkan xemgîniya xwe anî ziman û got, gumana me jê heye ku kujer hefteya borî ji bo keşfê hatibe Navenda Hunerên Hemdem ku pêşengeh lê hatibû vekirin.

    'ME DIXWEST BI PÊŞENGEHÊ JI BO BAŞKIRINA TÊKILIYAN BIBIN ALÎKAR'

    Ozkan li ser raborîya têkiliyên Rûsyayê jî agahî dan û wiha axivî: "Rûsya ji bo Tirkiyê welatekî gelekî girîng e. Dibe ku nifşê niha nizane lê yên berê dizanin. Beriya ku komara Tirkiyê ava bibe yek ji welatên ewil e ku konsolxaneya xwe li dema Sovyetê li Tirkiyê vekiriye ye. Ligel vê jî em gelekî pê xemgîn in ku di nav darbestê de balyozê welatekî ku balyozê xwe emanetî me kiriye li wan vedigerînin. Herwiha me plan kiribû ku em vê pêşengehê wek alîkariyeke biçûk ji bo başkirina têkiliyên her du welatan vekin, lê mixabin bû sedema bûyera herî xembar. Ji ber wê jî xemgîniya me gelekî mezin e.'

    POLÎSÊ HÊZA ÇEWÎK ÊRÎŞ KIRIBÛ

    Balyozê Rûsî Andrey Karlov li pêşengaha ‘Bi Çavê Gerokekî Rûsyaya ji Kalînîngradê heta Katmaçatayê' dema axaftina vekirinê dikir ji aliyê polîsê Hêza Çewîk Mevlut Mert Altintaşê ku xwe wekî parêzvanê balyoz nîşan dabû ve hatibû kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer di rûdana trafîkê de can da
    Netanyahu: Me bi hezaran birîndarên sivîl ên Sûriyê tedawî kir
    Rêvebirê Asayîşa Koyê: Di teqînan de 7 kesan can da
    Etîketan:
    Andrey Karlov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de