13:26 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Bombeyên xarê

    Erebistana Siûdî piştrast kir ku li Yemenê bombeyen xarê bikaranîtine

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1810

    Erebistana Siûdî ragihand ku bombeyên xarê yên ji Brîtanyayê standine li Yemenê bikaranîtine. Wezîrê Parastina Brîtanyayê Michael Fallon piştraskir ku bombeyên xarê Brîtanyayê hilberandiye li Yemenê hatine bikaranî.

    Hêzên Koalîsyona Ereban ku pêşangiya wê Erebistana Siûdî dike, bombeyên xarê ji ber ku zerarek mezin dide sivîlan li gorî peymanê bikaranîna wê ji aliyê hin dewletan ve hatiye qedexekirin. Hate ragihandin ku ev bombe ji aliyê Erebistana Siûdî li dijî çeperên leşkerî ya li Yemenê bi ewayek bisînor bikaranîtiye û bikaranîna bombeye jî niha daye sekinandin.

    ‘LI DIJÎ ÇEPERÊN LEŞKERÎ BISÎNOR HAT BIKARANÎN'

    Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistanê, SPAyê daxuyaniya ku ji hêzên koalisyonê ve ku li hemberî Hûsiyan hat avakirin ve hat dayîn de "Hêzên Koalîsyonê ji ber êriş û bombebarandina Hûsiyan bo sînorê Erebistanê biparizên li dijî çeperên leşkerî bi ewayek sînordar bombeyên xarê ji cureya BL755 ku ji aliyê Brîtanyayê ve tê hilberîn hatiye bikaranîn.

    Daxuyanî, li ser îdayên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bombeyên xarê ya ji cureya BL755 ji aliyê hêzên koalisyona ereban ve di navbera Berfanbara 2015an û Rêbendana 2016an li nêzî El Hadrayê ya ser bajarê Hacceyê ku dikeve bakurê paytext Sanayê hatiye bikaranîn, hat dayîn.

    Beriya niha ev îdia ji aliyê Hêzên Koalîsyona Ereban ku pêşengiya wê Erebistana Siûdî dike, dihat redkirin.

    KOALÎSYONA EREBAN XWE PARAST KU HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ NEKIRIYE

    Koalîsyonê daxuyaniyê de bale kişand ser girîngiya prensîbên hiqûqa navneteweyî û ragihand ku bombeyên xarê li herêmên ku sivîl dijîn nehatiye bikaranîn

    Hikûmeta Erebistana Siûdî diyar kir ku bikaranîna bombeyên xarê dane rawestandin û vê yeke jî ji Yekîtiya Kraliyetê re jî ragihandine, lê dema bikaranîn û dawî kirina bombeye xarê nehat eşkere kirin.

    Ji aliyê din ve daxuyaniyê de hat gotin ku bikaranîna bombeyê xarê qedexe nîne û Erebistan û welatên endamê koalîsyonê jî ne endamên welatên ku peymana qedexe kirina bombeye xarê jî nînin, "Bikaranîna bombeye xarê ya ji aliyê koalîsyonê ve hiqûqa navneteweyî binpê nekiriye."

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê DAIŞê êriş kir: 43 mirî, bi dehan birîndar
    Li Yemenê ji bo 48 saetan agirbest hat ragihandin
    Li Yemenê di navbera husî û artêşê de şer: 38 kuştî
    Li Yemenê pevçûn: 44 kuştî
    Li Yemenê agirbesta ji bo 72 saetan destpê kir
    Li Yemenê 72 saet agirbest!
    Sedema êrîşa Erebîstan Siûdî ya li Yemenê 'agahiyên şaş in'
    Etîketan:
    bombeyên xarê, leşkerî, bikaranîn, sivîl, çeper, Ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistanê, SPAyê, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de