01:12 18 Hezîran 2018
Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu: Em ê destûrê nedin dostaniya me û Rûsyayê xera bikin

© REUTERS / Umit Bektas
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê bi êrîşa polîsekî sûîkasta Balyozê Enqerê yê Rûsyayê Andrey Karlov de got, ‘Em dê destûrê nedin ku ev êrîş dostaniya Tirkiye û Rûsyayê xerab bike.’

Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: ‘Em nahletê li êrîşa ser Balyozê Enqerê yê Rûsyayê Andrey Karlov tînin, taziyeya xwe ji bo gel û dewleta Rûsyayê pêşkeş dikin.'

Çavuşoglu di berdewamê de wiha nivîsand: "Balyoz Karlov di heyameke zehmet de li Tirkiyê xebatên serkeftî kirine û dîplomatkarekî kêmpeyde yê di hemû qedemeyên dewletê de dihat teqdîrkirin. Em ê destûrê nedin ev êrîş dostaniya Tirkiye û Rûsyayê xerab bike. Dê ev êrîşa kambax ji hemû aliyên xwe ve were lêkolînkirin û berpirsên wê derkevin pêşberî edaleta Tirkiyê."

Etîketan:
Andrey Karlov, Çavuşoglu, Rusya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de