19:16 23 Hezîran 2018
Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov

'Karlov dîplomatkarekî dihat hezkirin bû'

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Rûsyayê yê Enqerê Andrey Karlov ku di encama êrîşeke terorê de jiyana xwe ji dest de dîplomatkarekî çawa bû? Çavkaniyên dîplomasiyê yên Rûsyayê û Tirkiyê dibêjin, 'Ew kesekî gelekî dihat hezkirin bû.'

Balyozê Rûsyayê yê Enqerê Andrey Karlovê ku di encama êrîşeke terorê de li Enqerê jiyana xwe ji dest da, ji sala 2013an ve li Enqerê kar dikir.

Li gor çavkaniyên dîplomasiya Tirkiyê balyozê Rûsî dîplomatkarekî gelekî dihat hezkirin bû.

'KARLOV DÎPLOMATKAREKÎ HÊJA BÛ'

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova Balyoz Karlov wek dîplomatkarekî gelekî hêja dabû naskirin.

Karlov di sala 1954an de li Moskowê hatiye dinê û di sala 1976an de li Moskowê ji Enstîtuya Pêwendiyên Navnetewî ya Dewletê destûryar bûye. Karlov di sala 1992yan de jî ji Akademîya Dîplomasiyê Lîsansa Bilind wergirtiye û ji sala 1976an xebatên dîplomatîk li ser navê Rûsyayê didomîne.

Andrey Karlov li heyama Sovyetê ligel teşkîlata navendî ya Federasyona Rûsyayê ya Wezareta Karên Derve li nûnertiyên Koreya Bakur (1976-1981 û 1984-1990) û li balyozxaneya Komara Koreya Başûr di peywirên cuda de kar kiriye.

Karlov li salên 2001-2006an wek balyozê Koreya Bakur kar kir. Di salên 2007 û 2013an de wek Midurê Giştî û herwiha Cîgirê Midurê Karûbarên konsolxaneyan a Wezareta Derve kar kir.

JI 2013'AN VE LI TIRKIYÊ ERKA XWE BI CÎ DIANÎ'

Andrey Karlov ji meha Tîrmeh a 2013an ve wek Balyozê Enqerê yê Rûsyayê li tirkiyê erka xwe bi cî dianî.

Karlov bi zimanên koreyî, îngilîzî dizanî û zarokeke wî hebû. Hem dîplomatkarên Tirkiyê hem jî yên Rûsyayê dibêjin, Karlov dîplomatkarekî gelekî dihat hezkirin bû.

 

Bi heman mijarî:

Dayik û xwişka êrîşkarê Karlov hatin binçavkirin
Ji Enqerê daxuyaniya fermî li ser êrîşê
Erdogan bi telefonê agahî da Pûtîn
Rosturizmê hişyarî da welatiyên Rûsî yên li Tirkiyeyê
Klintseviç: Divê Tirkiye û Rûsya lêpirsînê bi hev re bikin
Etîketan:
Andrey Karlov, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de