14:02 18 Sibat 2018
Zindî
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu

    Ji Enqerê daxuyaniya fermî li ser êrîşê

    © Sputnik/ Yurdagül Şimşek
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu, Wezîrê Parastinê Fikrî Işik û Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Recep Akdag li ser êrîşa balyozê Rûsyayê Andrey Karlov daxuyanî dan.

    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Soylu sersaxî ji Federasyona Rûsyayê re û gelê Rûsyayê re xwest û got, ‘Em êşa wan ji dil û can parve dikin.'

    SOYLU: DOSTÊ ME JIYANA XWE JI DEST DA

    Wezîrê Karên Navxweyî got, ‘Îro 19ê Berfanbarê 2016an li demjimêr 19.05an li dema axaftina Balyozê Rûsyayê dostê me yê hêja Andrey Karlov li Navenda Hunerên Hemdemî (Çagdaş Sanatlar Merkezi) êrîşeke çekdarî hat kirin. Li nexweşxaneyê ligel mudaxeleyan jî bersivek vegera jiyanê nehatiye û dostê me yê hêja jiyana xwe ji dest daye. Em sersaxiyê gelê dost ê Rûsyayê re û malbata wî re dixwazin. Em êşa wan ji dil û can parve dikin.'

    'ÊRÎŞKAR HAT BÊBANDORKIRIN'

    Wezîr Soylu di berdewamê de daxuyakirin ku di navbera êrîşkar tîmên hêzên taybet de pevçûneke çekdarî rû daye û de encamê de êrîşkar hatiye bêbandorkirin.

    'HER KÎ LI PIŞTA VÊ ÊRÎŞÊ BE WÊ BÊN DERXISTIN'

    Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik, diyar kir ku ew êrîşa terorê bi awayê herî xurt şermezar dike ku di encamê de Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Karlov jiyana xwe ji dest da. Karlov wiha got: "Her kî li pişta vê êrîşê hebe wê bê derxistin." Işik di mesaja xwe de sersaxî ji ji malbata Karlov, dewleta rûs û gelê rûs re xwest.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de