16:19 22 Îlon 2017
Zindî
    Sivîl û milîtan di çarçoveya peymana di navbera hêzên hikûmetê de û komên li bajêr mane de, ji bajêr tên derxistin

    Malbatên helebî ji kampa Lazkiyeyê vedigerin malên xwe

    © REUTERS/ REUTERS/Abdalrhman Ismail
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Bi sedan malbatên helebî yên ku ji ber şer demek dirêje li kampa penaberan ya li bajarê Lazkiyeyê diman, derbasî malên xwe dibin.

    Şêniyek ji kampa penaberan ya Lazkiyeyê Ebû Muhammed di hevpeyvîna xwe Spûtnîkê de got: ‘Koçberî eziyet e. Heleb ji terorîstan rizgar bû, ez gelekî kêfxweşim.  Ev diyariya xweştîrin ya artêşa Sûriyeyê bû.‘

    Ebû Muhammed di dewamiya axafitna xwe de got: ‘Tevî hêzên navneteweyî yên ku dixwastin sivîlan ji Helebê derxînin û Helebê bikin baregeha terorîstan, em bi artêşa xwe û hevalbendên wê bawer bûn ku wê bi ser kevin.'

    Hikumeta Sûriyeyê bo vegera şêniyên Helebê yên li kampa penaberan her roj seferên otobusan lidar dixîne.

    Bi heman mijarî:

    NHBê dîmenên Helebê kişandin
    Çavuşoglu: Li rojhilatê Helebê nêzîkî 20 hezar kes hatin tehliyekirin
    Kesên ku beşdarî protestoya li Parisê bo Helebê bûn gelo birastî kî parastin
    Ji Helebê duh bi şev nêzîkî 400 milîtan û malbatên wan hatin tehliyekirin
    Erdogan bi Pûtîn re li ser Helebê axivî
    Etîketan:
    şênî, pêbawerî, artêşa sûriyeyê, daiş, şer, haleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de