00:02 23 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    YPG: Artêşa Tirk çeperên şervanên me gulebaran dike

    © Foto: Roj
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 00

    Navenda Ragihandina YPGê daxuyaniyek belav kir û tê de got Artêşa Tirk duh malên sivîlan ên gundên ser sînor û çeperên şerwanên wan ên li rojhilat û rojavayê Kobanê gulebaran kiriye.

    Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku Artêşa Tirk di 18ê Berfanbarê de li ser xeta sînor a rojhilat û rojavayê Kobanê de êrişên curecur pêk aniye. Di çarçoveya êrişan de Artêşa Tirk bi çekên navîn û giran êrişî ser gundên bi navê Yabse, Kuran, Tilxandrê û Kurtek ên dikevin rojhilatê Kobanê kirine û gule reşandin ser malên sivîlna û çeperên şervanên YPGê.

    Hat ragihandin ku di heman rojê ber bi êvarê ve balafirek keşfê ya bê mirov a Arteşa Tirk li ser gundê Ziyaret û xeta sînor a rojavayê Kobanê geriyaye û xwestiye ku cihên çeperên şervanên YPGê diyar bike.

    Heman şevê saet navbera 23.00 û 24.00an de jî Arteşa Tirk bi çekên giran êrîş birin ser gundên Sitefke û Tilşair ên dikeve rojavayê Kobanê.

    Di dawiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku çekdarên Koalîsyona Sûriyê û El Nusra jî berdewam dikin ku wan 18 Berfanbarê bi çekên giran êrişî ser gundê Başemrê giredayî navçeya Şêrawa ya Efrînê. Li ser vê yekê şervanên YPGê jî di asta pêwîst de bersiva êrişan daye.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên amerîkî û tirk ji bo vekolîna YPGê çûne Minbicê
    YPGê ofîsa xwe ya li Pragê girt
    YPGê li Helebê 6 taxên din bidest xistin
    YPGê li ser sînorê Tirkiyeyê ala xwe lidarxist
    YPGê navên 8 şervanên xwe eşkere kir
    Etîketan:
    şerê siyasî, şervanên kurd, daiş, ypg, artêşa tirk, efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de