15:48 22 Sibat 2018
Zindî
    Meral Daniş Beştaş

    ‘Zimanê tolhildêr yê Wezareta Karên Navxweyî bingeha êrişan amade dike'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku zimanê tolhildêr yên rayedarên hikumetê bingeha êrişan amade dike.

    Beştaş bo nerazîbûna xwe ya li hember êrişên li dijî avahiyên HDPê yên li seranserê Tirkiyeyê hatin kirin bide nişandan li Edeneyê li ber avahiya HDPê ya Navçeya Çukurovayê civîneke çapemeniyê li dar xist.

    Beştaş bertek da êrişan wiha got: ‘Di serî de yên Wezareta Karên Navxweyî, zimanê hikumetê yên tolhildêr bingeha êrişan amade dike. Ew aqla ne ayîdî vê xakê ye.' Beştaş îdia kir ku provaya şerê navxweyî tê kirin.

    ‘PIŞTÎ ÊRIŞAN LI HEMBER HDPÊ OPERASYON HATE KIRIN'

    Beştaş amaje kir ku li Edeneyê  21 kes hatin binçavkirin ku di  nav de hevserokên navend û navçeyê yên HDPê jî hebûn.

    Beştaş  destnîşan kir ku ew di dema êrişan de nikarin xwe bigihînin walîtî û rayedarên din û wiha got: ‘Em di demekê re derbas dibin ku kesên aştî û çareseriyê dixwazin rastî êrişan tên.'

    Parlementer Beştaş destnîşan kir ku dixwazin êrişan di stûyê HDPê xin û got di serî de yên Wezareta Karên Navxweyî zimanê hikumetê bingeha êrişan amade dike.

    Bi heman mijarî:

    20 sal cezayê girtîgehê ji bo parlamenterê HDPê Zeydan te xwestin
    Parlamenterê HDPê Adiyaman piştî îfadedayinê serbest hat berdan
    Êrîş li dijî avahiyên HDPê yên Pendik û Umranyeyê hat kirin
    Derbarê êrişên ser avahiyên HDPê de 9 kes hatin desteserkirin
    Ji ber beşdariya cenazeyê Haci Birlik, ceza ji bo parlamentera HDPê tê xwestin
    Hikûmeta Tirkiyeyê derbarê êrişên ser avahiyên HDPê de daxuyanî da
    Etîketan:
    êriş, teqîn, hdp, parlementerên kurd, şerê siyasî, meral daniş beştaş, edene
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de