02:23 26 Sibat 2018
Zindî
    Avahiyeke wêrankirî li Geverê di şerê navbera hêzên kurd û artêşa Tirkiyeyê de  - Gever - 3ê Gulanê 2016

    HDP: Li Geverê 90 kes hatin kuştin

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    HDPê raporek amade kir ku tê de behsa bilançoya şerê li Geverê tê kirin. Li gorî raporê 90 kes hatine kuştin û 6 hezar û 770 xanî jî hatine rûxandin û şewitandin.

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser malpera xwe ya fermî bîlançoya şerê li Gever a navçeya Colemêrgê bi raporekê eşkere kir. Di raporê de hate gotin ji Tebaxa 2015an û heta niha, bûyerên ji ku ji ber ‘qedexeya derketina derve' rû dan bandoreke giran li Geverê kirine.

    Di raporê de hate  ragihandin, li 9 bajar û 35 navçeyan bi giştî 111 caran derketina derve hatiye qedexekirin û dorpêça li Cizîr, Hezex, Gever û Silopiya bi navberdayinê; li Şirnex, Nisêbîn û Sûrê jî bênavber dewam kiriye.

    '90 KES HATIN KUŞTIN'

    Hate diyarkirin ki ji Tîrmeha 2015an heta niha pir caran 'qedexeya derketine derve' bûye rojev û hat gotin ku  gotin ku Walîtiya Colemergê 13ê Adara 2016an, bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku ‘'qedexeya derketina derve'' hatiye ragihandin û vê qedexeyê 78 rojan dewam kiriye.

    Herwiha hat amajekirin ku hema hema temamê navçeyê hatiye rûxandin û şewitandin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘Li gel ne mîsogerbûnê, 90 kes hatine kuştin ku nasnameya 51 kesan ne diyar bû û ew li Goristana Bêkesan a Erzîromê hatin veşartin.'

    Herwiha hat ragihandin ku heta niha li Geverê 6 hezar û 770 xanî hatine rûxandin û şewitandin.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya li Geverê hat rakirin
    Li Geverê cerdevanan çek berdan!
    Li Geverê êriş
    HPG: Li Balafirxaneya Geverê me derbe li balafirekê xist
    Li Geverê zarokê ku di teqînê de mir spartin axê
    Li Geverê PKKê êrîşî qereqolê kir: Şer berdewam dike
    Li Geverê teqîn çêbû: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    hdp, bajarê kurdan, rûxandin, şer, rapor, artêşa tirk, kuştin, gever
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de