01:51 25 Hezîran 2018
Konseya Rêvebiriyên Heremî ya Ewropa serdana DBPê kir

Konseya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê serdana DBPê kir

© Sputnik / Sertaç Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Konseya Rêveberiyên Heremî ya Yekitîya Ewropayê (YE) çû serdana DBPê û di derbarê tayînkirina qeyuman a şaredarîyan û girtin û binçavkirinên li hemberî DBP û HDPê de agahî girtin.

Şandeya Konseya Rêveberiyên Herêmî ya Yekitiya Ewropayê (YE) li Amedê çû serdana DBPê. Serdan li navenda DBPê pêk hat û Alikara Hevserokê Berpirs a Rêveberiyên Herêmî ya DBPê Emine Ozmen, Parlementerê HDPê yê Amedê Ziya Pir û endamên Komîsyona Rêveberiyên Herêmî yên DBPê pêşwazî şandê kir.

Di serdanê de mijara tayînkirina qeyuman a ji bo şarederiyên bajarên Kurdan û girtin û binçavkirinên li hemberî DBP û HDPê hatin rojevê û Şandeya Ewropayê di derbarê mijarê de de agahî girtin.

Hat ragihandin kû şandeya Ewropayê sibê dê biçe Stenbolê û wê li gel Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Merdinê Ahmet Turk ê ku di Girtîgeha Sîlîvriyê de ye, hevdîtinekê pêk bîne.

Şande paşê jî wê bi Wezarata Dadê ya Tirkiyeyê, Wezarata Karê Navxweyî ya Tirkiyeyê û Yekitîya Şarederiyên Tirkiyeyê re hevdîtinan pêk bînin.

Bi heman mijarî:

Hevşaredarê DBPê yê Motkanê Birlik hate desteserkirin
Polîsan girt ser du şaredariyên DBPê
Ji bo şaredariya DBPê ya Akdenizê qayûm hate tayînkirin
'Biryara girtina Ahmet Turk ji berê de dabûn'
Wezareta Dadê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
Etîketan:
serdan, Yekitîya Şarederiyên Tirkiyeyê, HDP, DBP, Şandeya Konseya Rêveberiyên Herêmî ya Yekitiya Ewropayê (YE), Emine Ozmen, Ahmet Turk, Stenbol, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de