14:47 19 Sibat 2018
Zindî
    Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî

    Îranê bertek da çalakiyên li pêş nûnertiyên xwe yên li Tirkiyeyê

    © REUTERS/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberiya Tehranê bertek nîşanê protestoyên Helebê yên li pêş nûnertiyên xwe yên li Stenbol û Enqereyê da. Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyand ku di derbarê mijarê de wan gazî Balyozê Tirkiyeyê yê li Tehranê Riza Hakan Tekin kirine.

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di civîna çapemeniyê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de protestoyên li pêş nûnertiyên Îranê yên li Tirkiyeyê wek ‘helwesteke ne guncaw' binav kir.

    Berdevk got, "Divê polîs di bûyerên wisa de berê bûyeran nûnertiyê agahdar bikin lê wan ev yek nekirin. Her wiha ji ber ku protesto bi şev hatin lidarxistin, dema wan jî ne guncaw bû. Me di derbarê mijarê de gazî balyozê Tirkiyeyê yê li Tehranê kir û me nerehetiya Îranê ya di derbarê vê mijarê de jê re got."

    Qasimî îdia kir ku li Tirkiyeyê hinek kes dixwazin rewşeke dijberî Îranê ava bikin û got, "Em baş dizanin ku bûyer ji aliyê kê ve hatine piştgirîkirin û beralî kirin."

    CÎGIRÊ YEKEM Ê RÛHANÎ NAYÊ TIRKIYEYÊ

    Qasimî got serdana Cîgirê Yekem ê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangîrî ya ji bo Tirkiyeyê hatibû plankirin, wê neyê kirin.

    Berdevk diyar kir ku serdan ji ber çend sedeman hat betalkirin û me aliyê Tirkiyeyê agahdar kir. Qasimî got me serdan bi temamî betal nekir, tenê ji bo demeke din hat taloqkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Belûcîstanê zêdetirî 5 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Wezîrên Berevaniyê yên Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Moskowê wê ‘Lûtkeya Sûriyê’ lidar bixin
    Serdana rayedarê Îranê ya ji bo Tirkiyê hate paşxistin
    Yildirim, bi Cîgirê Serokomarê Îranê Cihangirî re axivî
    Îranê gaza ku ji Tirkiyeyê re dişîne kêm kir
    Etîketan:
    çalakî, nûnertî, bertek, Balyozê Tirkiyeyê yê li Tehranê, Cîgirê Yekem ê Serokomarê Îranê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, Riza Hakan Tekin, Îshaq Cîhangîrî, Behram Qasimî, Enqere, Stenbol, Heleb, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de