03:26 24 Sibat 2018
Zindî
    Halep'in Orum el Kubra bölgesine insani yardım götüren konvoy

    WHO: Rûsyayê di dema herî pêwîst de bi comerdî alîkariya sûreyiyan kir

    © AFP 2018/ Omar haj kadour
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ya Şamê Elizabeth Hoff got ku Rûsyayê di dema herî pêwîstiya wan bi alîkariyê hebû bi comerdî deste xwe dirêjî welatiyên Sûriyê kir.

    Hoff di gotûbêja xwe ya li gel RIA Novostiyê got, "Comerdî û piştgiriya Rûsyayê ya di serdema herî pêwîst de ji bo Sûriyeyiyan hat dayîn, bandoreke mezin li min kir."

    Hoff diyar kir ku li aliyên rojhilatê Helebê hîn gelek mirov li bende tehliyekirinê ne û got temamkirina tehliyeyan dibe ku çend rojan berdewam bike.

    Hoff anî ziman ku li gorî texmînan li taxên rojhilatê Helebê bi qasî 50 hezar kes hene û da zanîn ku ew bi xwe jî bawer nake ku hejmar ew qas zêde be.

    Bi heman mijarî:

    Ji Helebê duh bi şev nêzîkî 400 milîtan û malbatên wan hatin tehliyekirin
    Erdogan bi Pûtîn re li ser Helebê axivî
    Endazyarên rûs hîn mayinan li Helebê paqij dikin
    Otobusên tahliyekirinê ketin rojhilatê Helebê
    Rûsya: Şandina çavdêrên navdewletî ji bo Helebê, dibe ku demekê bixwe
    Etîketan:
    piştgirî, comerdî, Nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ya Şamê, Elizabeth Hoff, Rûsya, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de