11:00 20 Hezîran 2018
PKK-Qendil

Li Amedê di navbera leşkeran û PKKiyan de şer derket

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Navçeya Dara Henê ya Amedê di encama operasyona leşkerên dewleta Tirk de di navbera leşkeran û şervanên PKKê de şer qewimî.

Parêzgariya Amedê duh di navbera navçeyên Licê, Dara Hênê û Karazê de li 7 gundan qedexeya derketina derve ragihandibû û paşê dest bi operasyonê hatibû kirin.

Hat diyar kirin ku operasyon îro di dema saetên nîvro de li herêma bejahî ya navçeya Dara Hênê bi beşdarbûna leşker û polîsan û bi helîkopteran berdewam dikin û di wan operasyonan de di navbera leşkerên Tirk û şervanên PKKê de şer qewimî.

Hat îdiakirin ku di encama vî şerî de 2 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest da. Hat gotin ku şer û pevçûn berdewam dikin.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de