21:17 18 Sibat 2018
Zindî
    Mardin Belediye Başkanı Ahmet Türk

    'Biryara girtina Ahmet Turk ji berê de dabûn'

    © AFP 2018/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê CHPê yê Stenbolê Alî Şeker derbarê doza Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê de got:‘Dadger di dema rûniştinê de hey li saeta xwe dinerî piştre got:‘Saeta rabûna balafira min nêzîk bû.' rûniştinê bi dawî kir. Ev yek jî rê dide ku biryara girtina Turk ji berê de hatiye dayîn. Herwiha girtîgeha ku wê bê şandin jî.'

    Parlementerê CHPê yê Stenbolê Alî Şeker yê serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ya Mêrdînê Ahmet Turk kir hin daxuyaniyên girîng da.

    Li gorî nûçeya T24ê parlementerê CHPê Alî Şeker ê ku hefteya borî li gel lijneyê çû Girtîgeha Tîpa F ya Edîrne û Girtîgeha Sîlîvriyê, derbarê serdanan de hin daxuyaniyên girîng da.

    Şeker ê ku dibêje ‘Ev dozên siyasî ne' û diyar dike ku di dema rûniştina doza Ahmet Turk de piştî demekê dadger li saeta xwe nêriye û gotiye ku: ‘Saeta rabûna balafiran min nêzîk bû.' û rûniştinê bi dawî kiriye. Şeker vê rewşê wiha şîrove dike: ‘Ev yek nîşanî me dide ku biryara girtina Ahmet Turk berê hatiye dayîn. Herwiha girtîgeha ku wê bê şandin jî. Yanî hemû tiştê dozê berê diyar bû. Tevgera dadger nîşaneya binpêkirina bobelata hiqûqiye.'

    ‘JI BO TIRKIYE BEXTREŞIYEKE MEZIN E'

    Nirxandinên Şeker yên bo rewşê wiha ne: ‘Dadger ditirsin û difikirin ku ger ew wan siyasiyan negrin wê bixwe bêne girtin. Lewma radestî îradeya sîyasî bûne. Ev yek bo Tirkiyeyî bextreşiyeke mezin e. Girtî jî hay jê hene ku bo demokrasiyê divê bedêlan didin.'

    Şeker amaje dike ku bo jiyaneke bi hevre û aştiyê divê siyaset azad be û karibe biaxive. Şeker di dewamiya axaftina xwe de got: ‘Ew dizanin ku bo dawî li kuştin û şîdetê bê û aştî pêk were divê têkoşîne mezin bê kirin. Lewma jî dibêjin: ‘Hewce be em amade ne ku bedêlan bidin bes bila aştî bê welêt.'

    Bi heman mijarî:

    Turk: AKP kesên ku bîat neke tesfiye dike"
    Îtiraz li girtina Ahmet Turk hat kirin
    Hasip Kaplan: Ahmet Turk di hucreyê de tê girtin
    Hevjîna Turk: Rewşa tenduristiya wî damîşê şertên girtîgehê nabe
    'Ahmet Turk parsekê aştiyê ye'
    Etîketan:
    şerê siyasî, rûniştin, dadger, parlementerên kurd, dozger, hdp, chp, ali şeker, ahmet turk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de