06:37 20 Sibat 2018
Zindî
    Turîstên rûsî

    Ji bo sala 2017an pêşbîniya 3 milyon turîstên rûsî tê kirin

    © Flickr/ ANGEL GANEV
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Serokê Komeleya Rêvebirên Otelên Profesyonel (POYD) Hakan Duran ragihand ku li gorî pêşbîniyên me ji bo sala 2017an derdora 3 milyon turîstên rûsî dê werin Tirkiyeyê.

    Serokê Komeleya Rêvebirên Otelên Profesyonel (POYD) Hakan Duran di daxuyaniya xwe de ragihand ku sala 2016an ji bo bazara me ya turîzmê saleke zahmet bû. Piştî normalîzebûna têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê turîzm bêhnek stand. Di du mehên cotmeh û mijdarê de derdora 500-600 hezar turîstên rûsî hatin Tirkiyeyê.

    Hakan Duran di berdewamiya axaftina xwe de got: "Reqema turîstên rûsî ji nişkê ve li gorî rêjeyên salê derket derdora 800 hezarî. Vebûna bazara Rûsyayê hêviyên me yên ji bo sala 2017an zêdetir kirin. Li gorî pêşbîniyên min di sala pêşiya me de wê derdora 3 an jî 3 milyon û 500 hezar turîstên rûsî dê werin Tirkiyeyê."

    Duran di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li welatên Ewropayê divê îmaja Tirkiyeyê vegere îmajeke pozîtîv. Heke em bikaribin hinekî îmaja xwe rast bikin, piştî ku ewropî xizmet û qalîteya welatên din dîtin sedî sed ez bawerim ku wê vegerin Tirkiyeyê. Lewra, xizmet, qalîte û şêweyê avahiya otelan nikarin li tu cihî bibînin.

    Bi heman mijarî:

    ATOR: "Êrişa Stenbolê bandorê li daxwaza turîstên rûsî nake"
    Hejmara turîstên rûsî ku îsal çûnê Antalyayê ji sala borî bihûrî
    Ji Rosturîzmê bo turîstên rûsî yên li Antalyayê hişyarî
    Fas, di mijara turîstên rûsî de dibe reqîbê Tirkiyeyê
    Ji turîstên rûsî daxwaza hatina Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Serdana turîstên rûsî bo Tirkiyeyê, Serokê Komeleya Rêvebirên Otelên Profesyonel (POYD), Hakan Duran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de