20:15 18 Hezîran 2018
Hevserokên KCDê Hatip Dicle û Leyla Guven

KCDê ‘komkujîya Mereşê' şermezar kir

© Foto : Twitter/KCD
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ‘komkujîya Mereşê' ya kû di sala 1978an de pêk hat, bi daxuyaniyeke nivîsî şermezar kir. KCDê, di daxuyanîya xwe de balkişand amadekarîya kampa li gundê Terona Mereşê û wiha got: "Dixwazin çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞê lê bi cih bikin û bi destê wan amadehiya komkujiyeke nû li ser elewiyên Mereşê dikin."

KCDê derbarê salvegera komkujîya kû di 19-26ê Berfanbara sala 1978an de li bajarê Mereşê pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand. KCDê di daxuyaniya xwede anî ziman kû komkujiya Mereşê encama hişmendiya tekparêzî û înkarkirina gelan bû. KCDê balkişan ser komkujiyên kû hatine kirin û wiha got: "Ev hişmendiya tekparêzî û înkarker piştî vê komkujiyê li Çorumê, li Sêwazê, li Amedê, li Gaziyê, li Roboskiyê û par li Farqîn, Gever, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û gelek bajarên rêveberiya cewherî lê hatibûn îlankirin rûyê xwe yê qirêj derxist holê û komkujî pêk anîn."

‘AKP CIVAKÊ JI HEV CUDA DIKE'

Di daxuyaniyêde politikayên hikumeta AKPê hate rexne kirin û wiha berdawam hate berdewam kirin: "Erdogan û AKP ji bo desthilatdariya xwe ya faşîst bidomîne di bin navê OHALê de, di serî de li hemberî gelê kurd, li ser hemû şoreşger, demokrat û pêşwerû komkujiyan ferz dikin. Erdogan û AKP ji bo desthilatdariya xwe ya tekparêzî û înkarkerî bidomîne, civakê wekî kurd-tirk, çepgir-rastgir, sune-elewî, misilman-nemisilman ji hev cuda dike û dike dijberên hev. Bi vê yekê hewl dide ku ser komkujiyên xwe bigire. Dest ji ronîkirina komkujiyan berdin, li gundê Terona Mereşê bi avakirina kampa ku çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞê lê bi cih bikin, bi destê wan amadehiya komkujiyeke nû li ser elewiyên Mereşê dikin."

‘JI BO KOMKUJIYÊN BI VÎ AWAYÎ NEQEWIMIN…'

Di berdewama daxuyaniyêde wiha hate destnîşankirin: "Divê ev yek baş were zanîn ku kurd, tirk, elewî, suryanî û ermenî li hemberî vê desthilatdariyê wê di têkoşîna aşti û azadiyê de bi israr bin. Yên ku cewheriya gelan a li Rojhilata Navîn nas nekin mehkûmî windakirinê ne. Wê hesabê van tiştên ku kirine ji wan were pirsîn. Em wekî KCDê diyar dikin ku divê her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirovim, li hemberî vê rûreşiya Tirkiyeyê derkeve û ev yek peywira hemû kesên xwedî bi wijdan e. Ji bo komkujiyên mîna vê û yên nû neyên jiyîn divê em li hemberî van komkujiyan derkevin. Ji bo em ji vê hişmendiya qetlîamker re nebin zemîn, divê em li dijî vê derkevin û dengê xwe bilintir bikin. Ji bo hemû komkujî bên ronîkirin, kujer bên darizandin û hemû qadên civakê bi reng û dengê xwe bi awayekî azad bijîn, em bang li her kesî dikin ku li dora têkoşîna demokratîk kom bibin û berxwedana we ya demokratîk bilintir bikin."

Bi heman mijarî:

Hesabên Twitterê yên DBPê û KCD hatin astengkirin
KCD ji Amedê heta Şirnexê meşekê li dar dixe
KCD: Qirkirina li hemberî Ermeniyan îro li dijî Kurdan tê kirin
KCD: ‘Ji bo kurdan çepera herî girîng pêşxistina ziman e'
KCD: Ewlehiya canê tu kesî nema
KCD: Hûnê nikaribin bi qetilkirinê re me ji rêya me vegerînin
Etîketan:
Rewşa Awarte, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), AKP, DAIŞ, Recep Tayyip Erdogan, Gazî, Çorum, Sêwaz, Mereş, Roboskî, Farqîn, Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de