10:14 22 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê - heleb

    MSD: Heleb bi saya Rûsyayê ji cîhadîstan rizgar bû

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Endamê Meclisa Sûriyeya Demokrat Rêzan Hîddo, destnîşan kir ku Heleb bi saya alîkariyên Rûsyayê ji terorîstan hate rizgarkirin. Herwiha Rûsya alîkariya mirovî û tenduristiyê jî bi gel kir.

    Hikmet Durgun

    Hîddo derbarê geşedanên dawî yê li Rojava û Sûriyeyê hin daxuyanî da Spûtnîkê. Hîddo got: ‘Paqijkirina Helebê ya ji rêxistinên cîhadîst keyfa gelê Sûriyeyê anî. Lewra ew ne muxalif bûn, çete bûn. Li Helebê serê gelek kesan jêkirin. Her êrişî taxa kurdan Şêxmeqsûdê dikirin û heta niha gelek kurdên sivîl kuştin. Li gel ku ew xwedî çek bûn jî li berxwe nedan û ji Helebê reviyan lewra ew rêxistinên terorîst in. Ew ne şoreşger in, diz in. Hema hema taxên Kobanê kete deste DAIŞê lê kurd nereviyan û liberxwe dan. Rizgarkirina Helebê bo rejim û artêşa Sûriyeyê serkeftinek mezin e.'

     ‘JI EWLEHIYA HELEBÊ DIVÊ EL BAB BÊ RIZGARKIRIN'

    Hîddo diyar kir ku Heleb bi saya alîkariyên Rûsyayê ji komên terorîst hatiye rizgarkirin û wiha pê de çû: ‘Heleb bi saya alîkariyên Rûsyayê hate rizgarkirin, ev rastiyeke eşkere ye. Rûsya çi siyasî û çi jî leşkerî hêzeke mezin e. Ji xeynî Rûsya alîkariya Hîzbullah, Îran û rêxistinên Şîî jî gelek çêbûye.'

    Hîddo dibêje ji bo parastina Helebê divê El Bab bê rizgarkirin ku dê rizgariya Helebê tekez bike. Hîddo di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku niha hin komên Artêşa Azad a Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike li derdora Helebê bicih bûne. Hîddo amaje dike ku divê artêşa Sûriyeyê gundê Keferhamma, Heyriye, Xerîdan, Enedan û Beyanûnê jî rizgar bike.

    RÛSYA JI SALEKÊ ZÊDETIR E KU ŞERÊ CÎHADÎSTAN DIKE

    Rûsya ji Îlona sala 2015an û vir ve, di serî de DAIŞ, El Nûsra û Ahrar ûş Şam şerê hemû komên cîhadîst ên li Sûriyeyê dike.

    Herwiha alîkariya mirovî jî li sûriyeyîyên zerardîtî re dişîne û mayînên terorîstan paqij dike. Rûsya li rojhilatê Helebê nexweşxaneyên seyar ava kir û mirovan derman kir.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bi Pûtîn re li ser Helebê axivî
    Endazyarên rûs hîn mayinan li Helebê paqij dikin
    Otobusên tahliyekirinê ketin rojhilatê Helebê
    Rûsya: Şandina çavdêrên navdewletî ji bo Helebê, dibe ku demekê bixwe
    Delîlên ku mîlîtanan li Helebê xaza hardalê bikaranîne radestî OPCWê kirin
    Nexweşxaneya Mobîl a Rûsyayê li Helebê 11 hezar kes derman kir
    Etîketan:
    alîkariya rûsan, rizgarkirin, şer, rojava, êriş, RÊZAN HÎDDO, heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de