13:56 19 Hezîran 2018
Riza Turmen

Riza Turmen: "Yan demokrasiyê re hûnê bejin erê yan jî ji dîktaroriyê re"

© Foto: TBMM
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgerê DMME û Parlamenterê CHPê yê berê Riza Turmen di bernameya Enver Aysever a ‘Berdewamiya Lîstikê' de ragihand ku yan hûnê ji demokrasiyê re yan jî ji dîktatoriyê re hûnê bêjin erê.

Dadgerê Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) û Parlamenterê CHPê yê berê Riza Turmen di bernameya Enver Aysever a ‘Berdewamiya Lîstikê' de ragihand ku yan hûnê ji demokrasiyê re yan jî ji dîktatoriyê re hûnê bêjin erê. Ne gengaz e ku mirov li Tirkiyeyê behsa edaletê bike, lewma li Tirkiyeyê edalet tuneye.

Riza Turmen di berdewamiya axaftina xwe ya Radyoyê Spûtnîkê de got: "Îro ya ji bo demokrasiyê an jî ji bo dîktatoriyê hûnê bêjin erê. Lewma îro em nikarin behsa darezayeke serbixwe bikin. Dareza bi tememî ketiye binê kontrola rêvebiriyê."

PERGALA SEROKATIYÊ WÊ CUDAHI0YÊ ZÊDE BIKE

Turmen di dirêjiya axaftina xwe de nêrîna hiqûqnasên ewropî yên derheqê Tirkiyeyê de nirxandin û got: "Metirsiyeke mezin heye. Em vê metirsiyê wekî kompleyeke li hemberî Tirkiyeyê dibînin û ez di fêhmkirina vê de zahmetiyê dibînim. Derdorên ku îro rexne dikin di salên 2002an de tiştên cuda digotin û Tirkiye wekî mînak nîşan didan. Divê em li ser vê bifikirin. Li gorî pergala serokatiyê serok dê hem hem darezê kontrol bike û di heman demê de wê serokê partiyê be û li parlamentoyê jî wê piranî dîsa di bin kontrola wî de be. Ev dê cudahiyê zêdetir bike."

Bi heman mijarî:

20 parlamenterên AKPê li dijî pergala serokatiyê ne
Mûxalifên MHPeyî wê ji pergala serokatiyê re bêjin ‘na'
Yildirim: Îstiqrara Tirkiyeyê girêdayî pergala serokatiyê ye
Yildirim: "Em ê pêşniyara xwe ya pergala serokatiyê pêşkêşî parlamentoyê bikin"
Abdullah Ocalan jî pergala serokatiyê dixwaze
Etîketan:
Dadgerê Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME, Parlamenterê CHPê yê berê, Nîqaşên pergala serokatiyê, Enver Aysever, Riza Turmen, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de