22:20 20 Hezîran 2018
tehliye-heleb

Heta niha 2 hezar milîtan li gel malbatên xwe hatin veguhestin

© REUTERS / Suriye ordusu
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Ji taxên li rojhilatê Helebê heta niha 2 hezar milîtan li gel malbatên xwe hatin veguhestin.

Çavkaniyek ji Ria Novostoyê re got heta niha bi 25 otobusan li gel militan, jin û zarokên wan bi qasî 2 hezar kes ji Helebê hatin veguhestin. Heman çavkanî di daxuyaniya xwe berê de destnîşan kir ku duh şevê 382 kes ji Helebê hatin tehliyekirin û hat gotin ku wê tehliye bidome.

Veguhestina milîtanan ya ji taxên rojhilatê Helebê roja îne rawestiya bû. Navenda çavdêriya agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê  roja îniyê daxuyaniyek dan û diyar kir ku operasyona tehliyeyê bi dawî bûye û hemû kesên ku xwestin ji Helebê derkevin derketin. Rayedarên çavdêriyê destnişan dikin ku heta niha derdora 9 hezar û 500 kes ji Helebê hatine tehliyekirin.

Piştî vê yekê beramberî tehliyekirina şêniyên bajarokên Fua û Kefraya yên di bin dorpêça milîtanên dijber de ne, tehliyekirina li Helebê jî dewam kir.

Bi heman mijarî:

Ji Helebê duh bi şev nêzîkî 400 milîtan û malbatên wan hatin tehliyekirin
Endazyarên rûs hîn mayinan li Helebê paqij dikin
Otobusên tahliyekirinê ketin rojhilatê Helebê
Erdogan bi Pûtîn re li ser Helebê axivî
Etîketan:
şerê sûriyeyê, vegihestin, malbat, milîtan, sivîl, heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de