18:55 22 Gulan 2018
    Civîn - çapamenî - rojname- tv-radyo

    'Ji ber rewşa awarte rojnamevan nema dikarin bixebitin'

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Hûman Rights Watch roja berê derheqê qedexe û êrîşên ser rojnamevanan de raporeke nû ragihand dezgehên ragihandinê. Di raporê de hat gotin: ‘Li Tirkiyeyê piştî peyana kodetaya leşkeri ya li dijî hebûna Tirkiyeyê û îlankirina Rewşa Awarte OHALê , qedexeyên li ser azadiya rojnamevanan gihandiye asteya herî bilind.'

    Emine Çelebi

    ‘ÊRÎŞÊN LI SER ROJNAMEVANAN HER DIÇE ZÊDETIR DIBE'

    Êrîş û qedexeyên li ser dezgehên ragihandinê di raporê de bi berfirehî hatiye nirxandin. Di raporê de tehdît û êrîşên fizîkî yên li ser rojnamevanan, midexeleyên li dijî karên nivîsandinê, midexeleyên ji bo ku rojnamevan ji kar bêne derxistin yek bi yek tê ragihandin.

    Li gorî rapora Hûman Raght Wachê li Tirkiye 148 rojnamevan hatine girtîn. 169 dezgehên ragihandinê û weşanxane di çarçoveya rewşa awarte de hatine girtin.

    Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di rapora xwe de balê dikişine ser dijwariya rojnamevaniya li bajarên Kurdan û tê gotin ku bi taybetî li bajarên kurdan rojnamevan rastî miameleya xerab, êrîşên fizîkî û binçavkirinan tên.

    HAKKI BOLTAN: ŞERTÊN ROJNAMEVANIYÊ LI BAJARÊN KURDAN NEMAYE

    Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hakkı Boltan derbarê mijarê de agahî dan û got: "Şertên rojnamevaniyê li Herêma Kurdan nemaye."

    Cemiyeta Rojnamevanên Azad ku navenda wê li Diyarbekirê bû û demek bere di çarçoveya Biryarnameya di Hiqmê Qanûnan de hate girtin, karên xwe di bin navê Platforma Inisiyatîfa Rojnamevanan de didomîn e. Hakkı Boltan Serokê vê Cemiyetê beyanek da Spûtnîk Kurdistanê û got: "Li Herêmê hemû şertên rojnamevaniyê ji holê hatine rakirin" û wiha berdewam kir: "Rojnamevanî li vir weke sûc û terorîzmê tê dîtin. Heger hun li vir rojnamevaniyê bikin, ev li gel hikûmetê wek terorîzmê ye. Lê di gel vê yeke jî em rojnamevanî dikin."

    Boltan da zanîn, li bajarên kurdan hema hema hemî komeleyên rojnamevanan hatine girtin û got: "Gelek rojname û dezgehên ragihandinê ji ber Biryarnameyên di Hiqmê Qanûnan de hatin girtin. Rewşa awarte jî jiyana rojnamevanan dijwartir kir. Bi vê mebestê azadiya bidestxistina agahiyan, ji destê gelê Tirkiye jî hatiye stendin".

    ‘190 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE'

    Hakki Boltan da zanîn her çend cemiyeta wan hatibe girtin jî lê ew raporên xwe mehane her amade dikin û got: Li gorî agahiyên me, li Tirkiyeyê niha 190 Rojnamevan girtî ne, lê hikûmet gelek rojnamevanên girtî wek rojnamevan nahesibîne wan bi tetorîstiyê tawanbar dike.

    ‘RÊXİSTINÊN NAVNETEWÎ AGAHİYÊN DERBARÊ BAJARÊN KURDAN DE JI STENBOLÊ DISTÎNIN'

    Hakki Boltan rêxistinên navnetewî yên ku ji bo heqên rojnamevanan dixebitin jî rexne kir û got: "Rêxistinên Navnetewî heya ku bên li bajarên kurdan agahiyan bidest bixin zêdetir agahiyên xwe ji navend û çapemeniyên Stenbolê distînin. Ji ber vê ye em nikarin denge xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê."

    Bi heman mijarî:

    Bi sedan rojnamevan derbasî sengerên Mûsilê bûn
    CRA: 10 rojnamevan hatin kuştin, 24 rojnamevan jî hatin girtin
    TGDP: Li Tirkiyê 34 rojnamevan girtî ne
    Etîketan:
    Azadiya çapemeniye, Hûman Raght Wach, Cemiyeta Rojnamevanên Azad, Sputnik Kurdistan, Hakki Boltan, Herêm, amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de