03:33 19 Hezîran 2018
Deniz Baykal û Kemal Kiliçdaroglu

Li ser navê CHPê Deniz Baykal diaxive

© Foto : CHP/Ziya Köseoğlu
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku di hevdîtinên guherîna Destûra Bingehîn ê Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de li ser navê CHPê Deniz Baykal dê biaxive.

Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê, di hevdîtinên guherîna Destûra Bingehîn ê Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de li ser navê CHPê Deniz Baykal dê biaxive.

Li gorî nûçeyê, CHPê stratejiya xwe ya derheqê guherîna Destûra Bingehîn ku sibê wê di Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentoyê de were nirxandin diyar kir. Parlamenter û endamên meclisa partiyê bi serokatiya Serokê CHPê yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu civiyan û derheqê hevdîtinên Destûra Bingehîn de nexeşeya ku bimeşînin diyar kirin.

HERÎ KÊM DÊ 100 PARLAMENTER BIAXİVE

Wê grûbeke qelebalik a parlamenterên CHPê tevlî komîsyonê bibe. Herî kêm 100 parlamenterên CHPê wê sedema li dij derketina peşnûmayê şîrove bikin.

ŞER Û ALOZÎ TUNEYE

Parlamenterên CHPê ku di dema hevdîtinan de mafê axaftinê bistînin wê ji şer û aloziyê dûr bimînin. Hetanî bikaribin wê zimanekî qanihker ji bo parlamenterên AKP û MHPê dê were bikaranîn.

Herwiha di hevdîtinên Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de li ser navê CHPê wê Deniz Baykal derkeve qursî û biaxive.

Bi heman mijarî:

Li Enqereyê wê Serokên AKP, CHP û MHP lûtkeya ‘terorê’ pêk bînin
CHP: "PKK, tucarî nagihîje armanca xwe"
CHP: Divê Serokomarî meqameke sembolîk be
CHP: "Em dikarin federasyonê jî nîqaş bikin"
CHP: Bila Barzanî bi me re jî hevdîtinê pêk bîne
Etîketan:
Parlamenterên CHPê, Hevdîtinên Destûra Bingehîn, Deniz Baykal, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de