10:35 22 Hezîran 2018
Avigdor Lieberman - Benyamin Netanyahu

Netanyahu: "Her kî ewlehiya dewletê têxe talûkê divê were cezakirin"

© REUTERS / Amir Cohen/File Photo
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu her kî ewlehiya dewletê têxe talûkê divê bi awayekî tund were cezakirin û nikaribin bibin encamê Knessetê.

Benyamin Netanyahu û Nursultan Nazarbayev
© REUTERS / Mukhtar Kholdorbekov
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastin Abigdor Liberman û Wezîrê Ewlehiya Navxweyî Gilad Ardenne ji bo parlamentere ereb ê li Knessetê Basil Gattas ku xistibûn jêpirsînê nirxandin kirin.

Benjamin Netanyahu di hisabê xwe yê medya civakî Twitterê de bi îdîaya ku Basil Gattas ewlehiya dewletê xistiye talûkê û ev sûc kiriye peyamek weşand. Netanyahu got: "Her kî ewlehiya dewletê têxe talûkê divê bi awayekî tund were cezakirin û hew bikaribe bibe endamê parlamentoyê (Knessetê). Ev sûcekî ku li hemberî welatiyên îsraîlî û ewlehiya wan hatiye kirin û sûcekî bi talûke ye."

Wezîrê Parastinê Avigdor Liberman jî di peyama xwe ya ser medya cikavî ya Facebookê de got: "Ev, Lîsteya Ereb a Hevpar delîla herî mezin e ku lîsteya xayîn û sîxuran e, divê Basil Gattas ji hemwelatiya Îsraîlê were derxistin."

Herwiha Wezîrê Ewlehiya Navxweyî Gilad Ardenne jî ragihand ku divê serdana parlamenterên ereb ji bo mahqûmên girtîgehên Îsraîlê werin rawestandin.

Li gorî nûçeya televîzyona 2 a kanala îsraîlî, Gattas di serdana girtîgeha Ketziotê de ji mehqûmên filistînî re telefonên berîka peyde kirine.

Bi heman mijarî:

Netanyahu: "Kes bi şaşî jî naxwaze di navbera Rûsya û Îsraîlê de qezayek biqewime"
Trump û Netanyahu dê hevdîtin pêk bînin
Abbas: "Ez amade me li Moskovayê bi Netanyahu re hevdîtinê bikim"
Netanyahu ji Pûtîn alîkarî xwest
Netanyahu bersiv da Îranê: "Em piling in"
Etîketan:
Wezîrê Parastina Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê, Basil Gattas, Gilad Ardenne, Avigdor Lieberman, Benjamin Netanyahu, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de