01:10 19 Kanûn 2017
Zindî
    Heleb

    Rûsya: "Di nava 24 seetan de 6 hezar sivîl ji Helebê hatin tahliyekirin"

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda şopandina agirbesta Rûsya li Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 24 seetên dawî de ji bajarê Helebê 6 hezar û 464 kes hatin deranîn.

    Navenda şopandina agirbesta Rûsya li Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 24 seetên dawî yên tahliyeye de ji rojhilatê bajarê Helebê zêdetirî 3 hezar milîtan jî di nav de ku 301 ji wan birîndar bû bi tevahî 6 hezar û 464 kes hatin deranîn.

    Li gorî daxuyaniya navendê, di dema tahliyeya milîtan û sivîlan de leşkerên navenda şopandinê û xebatkarên Xaça Sor hevalî bi otobus û ambulansan re kir. Piştî ku otobus di taxên rojava yên bajarê Helebê de derbas bûn ji bo ku milîtan û malbatê wan herin Idlibê li wesayitên din hatin siwarkirin. Herwiha ji bo ewlehiya otobusan di rêyan de noqteyên taybet ên ewlehî hatin avakirin.

    Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya berpirsê leşkerî yê rûsî, ji bo tahliyeyê bi dirêjahiya 21 kîlometroyî koridor hatin avakirin. 6 kîlometro ji vê korîdorê li Helebê di binê kontrola hêzên rejime de ye û 15 kîlometroyê din jî di binê kontrola milîtanên muxalif de ye.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim û Medvedev li ser Helebê peyivîn
    Erdogan: Min li ser Iraq û Helebê bi Obama, Pûtîn û Merkel re hevdîtin kirin
    Esad: Kontrol kirina Helebê xalek dîrokî ye
    Rûsya: Artêşa Sûriyayê tevahiya Helebê kontrol kir
    Milîtan ji Helebê tên derxistin
    Etîketan:
    Tahliyekirina sivîlên Helebê, Navenda Şopandina Agirbesta Rûsya li Sûriyeyê, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de