09:11 26 Gulan 2018
Alaya HDP

Kesê ku êrîşî navenda HDPê kir hat binçavkirin

© Foto : Gulnush Ergul
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Navenda Giştî ya HDPê ku li Enqerê ye êrîşeke çekdarî pêk hat û kesê êrîşkar piştî bûyerê hatiye binçavkirin.

Hat ragihandin ku li dema axaftina Parlamentara HDPê Filiz Kerestecioglu ya parlamanê, kesekî bi tivîngê êrîşî navenda HDPê kir.

Êrîşkarê ku nasnemaya wî nehat zanîn piştî ku 4 car destan tiving teqand hat binçavkirin.

Li gor zanyariyan di êrîşê de camên pencereyên avahiya partiyê hatine şikandin.

Navenda Giştî ya HDPê li ser twitterê dîmenên ziyana li ser avahiya partiyê belav kirin û ragihand ku 4 destan teqe li ser avahiya partiyê hatiye kirin.

HDP: BERPIRSÊ ÊRÎŞAN RAYEDARÊN KU BANGEWAZIYA SEFERBERIYÊ KIRINE NE

HDPê herwiha got, 'Berpirsên kiryar û êrîşên li ser avahiyên me yên bajar, navçe û Navenda Giştî rayedarên ku bangewaziya seferberiyê dikin û sonda tolhildanê xwarine ne.'

BÎLGEN: DEMA ÊRÎŞÊ HDP'Î LI AVAHIYÊ BÛN

Berdevkê Koma HDPê li Parlamanê Ayhan Bîlgen daxuyakirin ku dema êrîşê di hûndir endamên wan ên partiyê hebûn, lê ti kesek di êrîşê de birîndar nebûye. Bîlgen herwiha piştrast kir ku êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Bi heman mijarî:

AKP û HDP li parlemanê pev çûn
HDP: "Em êrişa Stenbolê şermezar dikin"
HDP ligel partiyên Herêma Kurdistanê civiya
Etîketan:
Navenda Giştî ya HDPê, Êrîşa çekdarî, hdp, tİRKİYE
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de