17:18 19 Mijdar 2017
Zindî
    Heleb

    Niştecihên Helebê kêfxweşiya xwe tînin ziman

    © Sputnik/ Ali Hassan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Piştî kontrolkirina Helebê ji aliyê artêşa Sûriyê ve gelê bajêr pîrozbahiyan dike. Niştecihên Helebê ji Spûtnîkê re hest û nêrînên xwe anîn ziman.

    JIYANEKE ASAYÎ LI HELEBÊ VEDIGERE

    Parêzerê Helebî Safvan el Kirzî li ser azadkirina Helebê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ev tê wateya ku em ê vegerin jiyaneke asayî. Wê xelk êdî bi awayekî ewle digel malbatên xwe bijî û wiha domand: "Ji bo em vegera xwe ya li jiyana asayî pîroz bikin bi hev re hatin Heleba Kevn. Hêvîdarim piştî demekê li seranserê Sûriyê ev pîrozbahî pêk werin."

    'Fatima Dayub a Helebî rizgarkirina Helebê wek destpêka jiyaneke nû û sembola şînhatina hêviyan şîrove kir û got, "Dixwazim di van rojan de, xwendekarên zanîngehan ku ji bo nifşên pêşerojê û li ser parastina niştîmanê xwe can dane yad bikin."

    'DILÊ ME JI NÛ VE LÊDIDE'

    Hisam Tayar jî got, ‘Piştî 5 salan ji nû ve dilê me lêdide. Dema dagirkirinê dilê me sekinî bû û niha ji nû ve lêdide.'

    Tayar herwiha got ku ew dixwaze piştî pêkanîna ewlehiya Sûriyê wekî berê bi cîranên xwe re di nav aştî, aramî û biratiyê de bijîn.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Min li ser Iraq û Helebê bi Obama, Pûtîn û Merkel re hevdîtin kirin
    Esad: Kontrol kirina Helebê xalek dîrokî ye
    Rûsya: Artêşa Sûriyayê tevahiya Helebê kontrol kir
    Etîketan:
    Rizgarkirina Helebê, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de