04:32 23 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê êrîşî trafoyan kir, elektrîk qût bû

    © REUTERS/ Ali Hashisho
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêxistina terorîst DAIŞê li Herêma Kurdistanê bi teqandina trafoyên elektrîkê re elektrîka li ser gundên bajarokên Gulaleyê bo bajarokê Qeretepeyê qût kir.

    Hat ragihandin ku teroîstên DAIŞê şeva borî êrîş birine ser hejmarek trafoyên elekrîkê û piştî teqandina wan trafoyan elektrîka gelek gundan qût bûye.

    Li gor BasNewsê Endamê Meclîsa Şaredariya bajarokê Qeretepeyê Selahedîn Baban ragihandiye ku şeva borî li demjimêr 12:00an li gundê Cumêleya ser bi şaredariya niştîmanî ya li bajarokê Gulaleyê bo bajarokê Qeretepeyê hatine bombekirin û trafo hatine teqandin.

    Tê ragihandin, di heftiyekê de ev duyemîn car e DAIŞ trafoyên elektrîka niştîmanî diteqîne ku ji aliyê terorîstên sînorê bazineya Hemrînê ve ev êrîş têne kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    'Ji ber qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê bi sedan dezgehên medyayê hatin girtin'
    Herêma Kurdistanê: Yên Kurdistanê dagir bikin dê dawiya wan wek DAIŞê be
    Desteya Wezîran ya Herêma Kurdistanê boneya budceyê civîya
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Êrîşa trafoyên elektrîkê, DAIŞ, Kurdistan, ROjhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de