00:25 27 Gulan 2018
AmedSpor

Piştî pêşbirka Fenerbahçeyê 2 futbolîstên Amedsporê hatin desteserkirin

© Foto : Diyarbakir.bel.tr
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Klûba Sportîf a Amedê Nesih Aktepe ragihand ku piştî pêşbirka Fenerbahçe-Amedsporê ku 1-1 xilas bû futbolîst Mehmet Siddik Îstemi û Mansur Çalar hatine desteserkirin.

Îro Tîma Amedsporê û Fenerbahçeyê di Kupaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de hatin hemberî hev. Piştî pêşbirkê di navbera futbolîstên tîma Amedsporê  Mehmet Siddik Îstemi, Mansur Çalar û Ercan Çapar û hêzên ewlekariyê de ji ber sedemek nediyar pevçûn derket.

Sekretetê Klûba Amedsporê Nesir Aktepe diyar kir ku 3 futbolîstên wan ji ber sedemek nediyar ji aliyê polêsan ve hatine kutandin. Piştî pêşbirkê futbolîstên me dema bi malbatên xwe re li wesayitên xwe siwar dibûn ji ber sedemek nediyar pevçûn derketiye û futbolîst ji aliyê polêsan ve hatin kutandin. Em niha li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Gazi Yaşargilê ne. 3 futbolîstên me ji aliyê polêsan ve hatin kutandin. Piştre jî 2 futbolîstên me  Mehmet Siddik Îstemi, Mansur Çalar ji aliyê polêsan ve hatin desteserkirin.

Bi heman mijarî:

Hevrikên Amedspor û Dersimsporê diyar bûn
Amedspor: Dixwazin têkoşîna me qels bikin
Amedspor 3 puan ji Ankaragucuyê stendin
Amedspor bi 3 golan têk çû
'Amedspor: Yan em ê maçê nelîzin yan jî li stadyûmê çalakiyê li dar bixin'
Etîketan:
kutandin, nexweşxane, desteserkirin, pevçûn, polês, futbolîst, Sekreteriya Klûpa Amedsporê, Nesih Aktepe, Ercan Çapar, Mansur Çalar, Mehmet Siddik Îstemi
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de