03:24 26 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan: Min li ser Iraq û Helebê bi Obama, Pûtîn û Merkel re hevdîtin kirin

© Foto : AA/
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, behsa hevdîtinên ku li ser Iraq û Helebê kirine kir û got, ‘Em hêvî dikin ku bi aqlê selîm tevbigerin. Bi Obama, Pûtîn û Merkel re min hevdîtin kir. Bi birêz Pûtîn re gelek caran ez peyivîm.’

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtina Serokomarê Slovenyayê Pahor de li ser Iraq û Helebê jî daxuyanî dan.

'EM JI YE'YÊ HEMAN DILSOZIYÊ HÊVÎ DIKIN'

Erdogan rexne li Yekîtiya Ewropayê girt û daxuyakirin, ‘Çawa ku em bi YEyê dilsoz in, em ji wan jî heman tiştî hêvî dikin' û wiha peyivî:

"Derbarê mijara penaberan de YEyê sozê n ku dabûn me bi cî neanîn. Welatên Amerîkaya Latîn avantajên vîzeyê bikar tînin, çi eleqa wan bi YEyê re heye. Hûn mafê geşta bê vîze didin wan, bidin me jî. Li hin welatên Ewropayê terorîst bi rehetî digerin û bacê distînin. Dema em van dibêjin aciz dibin.'

 

Bi heman mijarî:

Esad: Kontrol kirina Helebê xalek dîrokî ye
Peskov: Amerîka mudaxîlê pêvajoya li Helebê nîne
Rûsya: Artêşa Sûriyayê tevahiya Helebê kontrol kir
Etîketan:
Tirkiye, Rûsya, YE, Erdogan, Merkel, Pûtîn, Obama, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de