16:31 22 Gulan 2018
    Heleb - Sûriye

    Xelkê Helebê: Bi rizgarkirina bajarî re, em li jiyanê vegeriyan

    © Sputnik / Nour Molhem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sûrî li ser pîrozkirina rizgarkirina xelkê Helebê ji terorîstan berdewam in. Spûtnîk bi xelkê bajarî re li ser rizgarkirina Helebê axivî û hest û fikirên wan pirsîn.

    Parêzerê helebî yê bi navê Sefwan El-Kirzî diyar kir ku rizgarkirina bajarî ji wan re tê wateya vegera li jiyanê. Mirov dê bi malbatên xwe re ji nû ve bikarin bi ewlehî û istiqrar bijîn.

    El-kirzî wiha got: "Ji bo em vegera xwe li jiyana asayî pîroz bikin. Em hemû bi hev re îro hatine Heleba Kevin. Hêvîdar im, di demeke nêz de li hemû deverên Sûriyeyê pîrozbahiyên wiha pêk werin."

    • Suriyeliler, Halep'in teröristlerden kurtarılmasını kutlamaya devam ediyor.
      Sûrî rizgarkirina bajarê Helebê pîroz dikin.
      © Sputnik / Nour Molhem
    • Suriyeliler, Halep'in teröristlerden kurtarılmasını kutlamaya devam ediyor.
      Sûrî rizgarkirina bajarê Helebê pîroz dikin.
      © Sputnik / Nour Molhem
    • Suriyeliler, Halep'in teröristlerden kurtarılmasını kutlamaya devam ediyor.
      Sûrî rizgarkirina bajarê Helebê pîroz dikin.
      © Sputnik / Nour Molhem
    1 / 3
    © Sputnik / Nour Molhem
    Sûrî rizgarkirina bajarê Helebê pîroz dikin.

    "SEMBOLA VEJÎNA HÊVIYAN E"

    Fatima Deyûba helebî diyar kir ku rizgarkirina Helebê sembola vegeriya li jiyanê û vejîna hêviyan e.

    Deyûbê wiha got: "Îro ez dixwazim wan xwendekarên zanîngehê yên ji bo me, ji bo nifşên bê û ji bo serxwebûna welatê me giyanê xwe dane bi bîr bînim."

    "DILÊ ME JI NÛ VE VEJIYA"

    Husam Teyar got, "Dilên me, berî 5 salan gava dagirkeriyê dest pê kiribû, rawestiyabûn lê îro bi rizgarkirinê re, careke din vejiyan."

    Teyar diyar kir ku ew hêvî dike, aramî û ewlekarî vegere hemû malên Sûriyeyê û her kes wek berê di nava cîraniyeke baş de bijî.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Heleb di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de ye
    Esad: Heleb dê boçûna tevahiya şerê Sûriyeyê biguherîne
    Terorîstan Heleb bombebaran kirin û zarok jî di nav de 12 kes mirin
    Heleb heya dawiya salê wê were rizgarkirin?
    Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
    Etîketan:
    rizgarkirina Helebê, Husam Teyar, Fatima Deyûba, Sefwan El-Kirzî, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de