18:12 17 Çile 2018
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    'Divê partiyên kurd li ser lihevkirinekê bibin yek'

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê polîtburoya Tevgera Îslamiya Kurdistanê Dr. Ebdullah Wertî destnîşan dike ku partiyên li Herêma Kurdistanê ne di asta neteweyî de ne ji ber wê nikarin gel birêve bibin.Herwiha daxwaz kir ku partiyên kurd li ser lihevkirinekê bibin yek û îradeyek siyasî ava bikin.

    Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamiya Kurdistanê  Dr. Ebdullah Wertî di daxuyaniya xwe ya Rojnewsê de ameje kir ku di rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de valahiyek heye û lewma jî partiyên siyasî yên li parlementoyê rêvebiriya gel bikin.

    Wertî destnîşan dike ku dibe ku Herêma Kurdistanê nikaribe krîzek din rake û lewma jî divê partiyên kurd li ser lihevkirinekê bibin yek û îradeyek siyasî ava bikin. Têkildarî bûdceya giştî ya Iraqê jî Wertî eşkere kir ku partiyên kurd yên li Parlementoya Iraqê danûstandinên nebaş dikin ji ber wê hin pirsgirêk rû didin. Pêwistî bi yekdengî heye.

    Wertî diyar dike ku rewş her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û dibêje rojên metirîsdar li pêşiya Kurdistanê ye.

    Bi heman mijarî:

    Kemal Kerkûkî: "Heşdî Şebî nikare li Kurdistanê bimîne"
    Herêma Kurdistanê: Yên Kurdistanê dagir bikin dê dawiya wan wek DAIŞê be
    Desteya Wezîran ya Herêma Kurdistanê boneya budceyê civîya
    Nûnerê Herêma Kurdistanê: Ewropa dê 28 milyon euro bişîne
    Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bi 636 milyon dolarî petrol firot
    Etîketan:
    qeyrana aborî, partiyên kurdî, lihevkirin, aştî, abdullah wertî, hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de