02:44 18 Çile 2018
Zindî
    Alaya Tirkiyeyê - Tengava Stenbolê

    Di lûtkeya serokan a li Enqereyê de, rageşî ji bo HDPê derket

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat zanîn ku di lûtkeya duh ya serokên partiyên Tirkiyeyê ku li Çankayaya Enqereyê hatibû lidarxitin de,di navbera Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçeli de ji bo HDPê rageşî derket.

    Duh serokên partiyên Tirkiyeyêli Koşka Çankayê ji bo mijara "terorê" lûtkeyek li dar xist. Rageşî di navbera Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçelî de ji bo HDPê derket. Li gorî nûçeya CNNTurkê, di wê lûtkeyê de, rageşiyê bi van gotinên Bahçeli dest pê kiriye; "nêzîkbûna di navbera we û HDPê de balkêş e. Fikireke wiha çêbûye ku HDP û CHP di nav hev de ne." Li ser vê gotinê Kiliçdaroglu wiha got: "HDP û CHP du partiyên cuda ne lê em li dijî wê ne ku parlementer girtî bên darizandin."

    "PROVOKASYONA MEZHEBÎ JÎ HAT AXIFTIN"

    Herwiha hat gotin ku di wê civînê de behsa bûyerên provokasyonên mezhebî jî hat kirin. Kiliçdaroglu tweeta peywirdarê lêkolînên perwerdehiyê yê Zanîngeha Mûşê Abdulkadir Şen derbarê elewiyan de bi bîr anî. Bahçeli jî tirs û nîgeraniya xwe nîşan dan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim jî heq daye herdû serokan.

     

    Bi heman mijarî:

    HDP: "Em êrişa Stenbolê şermezar dikin"
    HDP ligel partiyên Herêma Kurdistanê civiya
    HDP amadehiya referandûmê dike
    HDP: Di doza Tahir Elçi de ti pêşketin çênebû
    HDP: Nameya Demirtaş hat sansurkirin
    HDP: Em ê biryara xwe hefteya pêş aşkere bikin
    Etîketan:
    MHP, CHP, HDP, Devlet Bahçeli, Binali Yildirim, Kemal Kiliçdaroglu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de