10:18 20 Çile 2018
Zindî
    Goran

    Tevgera Gorran: Rastî tên beravajîkirin

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tevgera Goran bertek da protestoyên li hember endama Parlementoya Iraqê û parlementera Tevgera Gorran Sîrwa Abdulwahid tên lidarxistin û got rastî tên beravajîkirin.

    Tevgera Gorran daxuyaniyek belav kir û tê de îdia kir ku protestoyên ku îro 3 roj li hember parlementera Tevgera Gorranê Sîrwa Abdulwahid tên lidarxistin ji aliyê Partiya Demokrat ya Kurdistan (PDK) ve bo beravajîkirina rastiyan tên kirin.
    Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: ‘Gel  baş dizanin ku parlementera me wan hevokan bi çi armancî gotiye. Lê PDKê tevliheviyan derdixe.'

    Di dewamiya daxuyaniyê de jî derbarê protestoya pêşmergeyan ya li Hewlêrê jî wiha hate gotin: ‘Duh hêzên ewlehiyê yên çekdar beşdarî protestoyan bû. Ev tevgereke metirsîdar e. Rojên nefrete paş de vedigerin.'

    Hêjayî gotinêye ku parlementera Tevgera Goran Sîrwa Abdulvahid derbarê malbatên pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane de daxuyaniyek da û îdia kir ku gelek ji wan ji ber tunebûnê neçar dîmînin ku bedena xwe bifroşin. Li ser vê daxuyaniyê di serî de PDK ji gelek aliyan bertek hate dayîn.

    Bi heman mijarî:

    'Gorranê gefa birîna gaza Hewlêr û Dihokê xwar'
    Tevgera Gorranê li ser Barzanî razî ye lê mercên wê hene
    Ti niyeteke Gorranê tine bi YNKê re bibe yek
    Etîketan:
    zimandirêjî, tevgera gorran, reşkirin, pêşmerge, protesto, sîrwa abdulwahid
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de