13:07 24 Gulan 2018
    İnternet

    Tirkiye li dinyayê di leza înternetê de di rêza 64emîn de ye

    © Flickr /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Tirkiye li dinyayê di leza înternet a neguhêr de bi 7.2 Mbpsyê di rêza 64emîn de ye.

    Akamai yek ji çavkaniyên sereke ku pîvanên leza înternetê yên dinyayê dipîve ye û bi navê ‘Rewşa Înternetê' raprtek amade kir. Li gorî raporta Akamai, leza înternetê ya neguhêr a Tirkiyeyê di çaryeka 2016an bi 7.2Mbpsyî kete rêza 64mîn û leza înterneta mobîl jî 6.5 Mbps çêbû.

    Serokê Komeleya Înformatîk a Tirkiye yê Şaxa Antalyayê Mehmet Akyelli ragihand ku dema em leza înternet a Tirkiyeyê bi ya cihanê re muqayese dikin rewş pir baş xuya nake.

    LI GORÎ PÎVANÊN DINYAYÊ EM NE LI NOQTEYEKE BAŞ IN

    Mehmet Akyelli di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ji hinek pêşveçûnên nava xwe kêfxweş dibin, lê dema em li pîvanên dinyayê temaşe dikin mixabin em negihîştine noqteya ku em dixwazin. Hejmara însanên dinyayê derdora 7.4 milyar e û ji vê 3.4 milyar înternetê bikar tînin. Hejmara kesên ku li dinyayê medyaya civakî bi awayê aktîf bikar tînin jî 2.3 milyar e. Herwiha li dinyayê 3.8 milyar bikarhênerên cihazên mobîl hene û ji van dora 2 milyaran li ser cihazê mobîl medyaya civakî bikar tîne.

    Bi heman mijarî:

    Li gelek bajarên kurdan înternet qut bûye
    Licî û Hênî bê înternet û telefon in
    Amerîka: Girtina parlamenteran û birîna înternetê me kûr xemgîn kiriye
    Ji Kurtulmuş hat pirsîn: Ji ber desteserkirina Kişanakê înternetê hat qutkirin?
    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê rastî êrîşa korsanên înternetê bû
    Etîketan:
    Serokê Komeleya Înformatîk a Tirkiye yê Şaxa Antalyayê, Raporta Akamai ya leza înternetê, Mehmet Akyelli, Tirkiye, Dinya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de